Çeteyên dewleta Tirk êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Seraqibê kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Seraqib ê rojhilatê Idlibê bi moşekan bombebaran kirin. Hêzên hikumetê jî li herêmên çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê êriş pêk anî.

Çeteyên dewleta Tirk êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Seraqibê kir
3 mijdar, 2020   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker herêmên serweriya hêzên hikumeta Şamê û herêmên din li Kefir Nibûl û Cezarîn ên başûrê Idlibê kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê jî bi moşekan êrişî herêmên çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê kir.

SOHR`ê berê ragihandibû ku hêzên hikumetê erebeyeke veguhastina sivîlan di navbera bajarokên Tedîl û Kefir Tail ên gundewarên rojavayê Helebê bi moşekan bombebaran kiriye.

(cx)