Dagirkeriya Tirk gundên Babê topbaran kirin

Beriye çend kêliyan artêşa dewleta Tirk a dagirker malên sivîlan ên gundên Qirt Wêran û Hiyok ên bajarê Babê bi moşekan topbaran kirin.

Dagirkeriya Tirk gundên Babê topbaran kirin
3 mijdar, 2020   13:48
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker ji bargehên xwe yên leşkerî li nêzî gundê Şêx Nasir malên sivîlan ên gundên Qirt Wêran û Kor Hiyok ên li eniyên şer di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyan dewleta Tirk a dagirker de topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ji her du gundên navborî hatine bidesxistin, topbarana li dijî gundê Qirt Wêran di saet 11:35`an de û li dijî gundê Kor Hiyok jî di saet 13:30`an de pêk hat. Di encama topbaranê de windahiyên canî çênebûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan zêdetirî 150 top li gundên El-Kawiklî, Qirt Wêran, Kor Hiyok û El-Boxazê ketibûn.

 (dm)