Li Reqayê semînereke têkildarî dîroka herêmê pêk hat

Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê ji bo danasîna dîroka Reqayê li Meclisa El-Cidêdat a gundewarên rojhilatê Reqayê semînerek da.

Li Reqayê semînereke têkildarî dîroka herêmê pêk hat
3 mijdar, 2020   13:25
REQA

Semîner bi dirûşma "Dîroka me nasnameya me ye" pêk hat û şêniyên gundewarên rojhilat, rûspiyên eşîran û rewşenbîrên herêmê beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê Ebdulrehmen El-Ehmed şîroveyek li ser qonaxên sereke yên di dîroka Reqayê de û kesayetên girîng ên ji şêniyên Reqayê, da.

Di dawiya semînerê de, tîma folklorê ya Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê gelek stranên folklorîk pêşkêş kirin.

(dm)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V6_4PcR8UUk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>