Komîteya Zanistî ya Pêşîlêgirtina Koronayê: Divê li hemberî koronayê xemsarî neyê kirin

Dr. Elî Ehmed Şahîn ê berdevkê Komîteya Zanistî ya Pêşîlêgirtina Koronayê li Kobanê got "Pandemiya vîrusa koronayê li bajêr digihêje lûtkeyê, divê Rêveberiya Xweser û şênî bi hişyarî tev bigerin."

Komîteya Zanistî ya Pêşîlêgirtina Koronayê: Divê li hemberî koronayê xemsarî neyê kirin
28 cotmeh, 2020   07:24
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Hejmara kesên li kantona Kobanê bi vîrusê dikevin, zêde dibe. Heta 26’ê Cotmehê hejmara pêketiyan bû 286 û 7 kes pê mirine.

Girêdayî mijarê Dr. Elî Ehmed Şahîn ê pisporê nexweşiyên kezebê û berdevkê Komîteya Zanistî ya Pêşîlêgirtina Koronayê li herêma Firatê wiha diyar kir: "Vîrus li Kobanê nêzî lûtkeyê dibe û em nikarin hejmara rastîn qeyd bikin. Ji ber ku hê şênî nexweşiyê bi kevneşop û adetên civakî ve girê didin."

Şahîn wiha domand: "Ne wekî ku hatiye gotin vîrus lawaz e û zû belav nabe. Niha bi pileya sermayê ya yekemîn re rewşa kesên bi vîrusê dikevin li nexweşxaneyan zêde dibe û mirî jî zêde dibin. Ji lew re divê xemsariyê nekin."

Şahîn wiha destnîşan kir: "Hejmara pêketiyan gihaşt 286’an û jê jî 7 mirî hene. Ev jî li gorî laboratuara PCR’ê ye. Li Kobanê nexweşî kete merheleyeke nû, ji ber rojane zêdetirî 40 kesî pêşwaz dikin."

Şahîn got dema kesek li Kobanê bi vîrusê dikeve, şerm dike û yan jî dibîne ku ev nexweşiyeke xeternak û kujer, ev yek jî dibe xetereya herî mezin. Şahîn bang li bijîşkên li Kobanê kir ku vê pandemiyê ji nexweşên xwe re şîrove bikin.

Der barê zanabûnê de jî Şahîn wiha got: "Her tim hemleyên me yên zanakirinê hene, divê şênî beriya rewş xeternaktir bibe, berê xwe bidin navendên tenduristiyê, ji qehwexane, sersaxî û şahiyan bi dûr bikevin û maskan li xwe bikin, jê şerm nekin, her tim dezenfekte bi kar bînin û destê hev negirin."

Dr. Elî Ehmed Şahîn bang li Rêveberiya Xweser û Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê kir ku divê bi lez dibistan werin girtin û tedbîrên tenduristî pêk bên. Ji ber vîrusê di çend rojên pêş de dê bigihîne lûtkeyê û zêde berbelav be. Her wiha dibe rewşên mirinê ya rojane zêdetirî 10 kesan be û wê demê vîrus ji kontrolê derdikeve.

Rêveberiya Xweser nexweşên vîrusa koronayê li navenda mezin a bi taybet vê nexweşiyê li gundê Îdoqî yê başûrê Kobanê pêşwaz dike û nexweşan derman dike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MMMOuk-xlXI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>