Pûtin ji zêdebûna hejmara çeteyên dewleta Tirk li Qerebaxê bi fikar e

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin ji hempîşeyê xwe yê Tirk re metirsiyên xwe der barê zêdebûna hejmara çeteyên ji Rojhilata Navîn di şerê Qerebaxê de, anî ziman. Her wiha behsa rewşa Idlibê û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê kir.

Pûtin ji zêdebûna hejmara çeteyên dewleta Tirk li Qerebaxê bi fikar e
28 cotmeh, 2020   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlin bi daxuyaniyekê ragihand ku Pûtin bi rêya telefonê bi Erdogan re aixiviye û metirsiyên Rûsya der barê çeteyên ku dewleta Tirk şandine Qerebaxê de, anî ziman. Pûtin tekezî bi rawestandina şer û pêkanîna agirbesta mirovî kir.

Kremlin eşkere kir ku her du serokan rewşa li Sûriyê û Lîbyayê nîqaş kirin û daxuyand ku peywendiya telefonê bi însyatîfa aliyê tirkî pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya Kremlinê,  rewşa li Idlibê û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê hatine gotûbêjkirin.

Çavdêr dibêjin dibe ku her du aliyan mijara bombebarana Rûsya ya dawî jî nîqaş kiribin.

Ji beriya zêdetirî mehekê ve, li Qerebaxê di navbera Azrebêcan û Ermenistanê de şer diqewim. Dewleta Tirk bi şandina çeteyên ji Sûriyê da ku li kêleka hêzên Azerbêcanê şer bikin, şer gur dike.