'Wîfaq û Meclisa Bilind bi fermana Tirkiyê û Qeterê peymana Cinêvê bin pê dikin'

Pralamentoya Lîbyayê piştrast kir hikumeta Wîfaqê û Meclisa Bilind a dewletê bi fermana dewleta Tirk û piştevaniya Qeterê agirbestê bin pê dikin, her wiha bang li sekna li hember koma Îxwan El-Mislimîn kir.

'Wîfaq û Meclisa Bilind bi fermana Tirkiyê û Qeterê peymana Cinêvê bin pê dikin'
27 cotmeh, 2020   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Lîbyayê binpêkirina hikumeta Wîfaqê û Meclisa Bilind a dewletê ya agirbestê şermezar kir. Ew binpêkirin bi piştevaniya Qeter û dewleta Tirk pêk tê.  Agirbest li Cinêvê di navbera aliyên binakok de hatibû îmzekirin. Parlamentoyê bang li rabûna li hember koma Îxwan El-Mislimîn û milîsên wê yên çekdar kir.

Parlamentoyê bi daxuyaniyekê ji Komîteya Parastin û Ewlehiya Nîştimanî de diyar kir ku helwesta Meclisa Bilind a dewletê ya redkirina agirbestê şermezar dike. Ji ber ew fermanên dewleta Tirk pêk tîne. Li aliyekî din jî binpêkirina peymanê ji aliyê hikumeta Wîfaqê ve bi peymanek ewlehiya bi Qeterê re ye. Parlamentoyê da zanîn ku bi serokê Meclisa Bilind Xalid Meşrî û koma Îslamî ya di rêxistina terorê de nacive.

(fr)