Xwedîkirina kûçikên Selûqî veguheriye jêdera jîyarê

Pîşeya xwedîkirina kûçikên nêçîriyê ji cureya Selûq (tajî) ji pêşiyên xwe girtine. Lê bi demê re ev pîşe veguherîye jêdera jîyara zêdetirî 130 malan.

Xwedîkirina kûçikên Selûqî veguheriye jêdera jîyarê
23 cotmeh, 2020   07:50
HESEKÊ-BOTAN HISÊN-OLVA HEC MENSÛR

Şêniyên gundê Eliye li rojavayê bajarê Dibêsiyê, ji berê ve kûçikên Selûqî ji bo nêçîriya kêvroşkan xwedî dikin. Lê niha piştî ku sûka firotina wê û hinartina wê ji derve re pêş ket, veguherî pîşeyekî.

Şêniyên gund bi awayekî sereke debara xwe bi xwedîkirin û perwerdekirina kûçikên nêçîriyê Selûqî peyda dikin.

Selûqî cureyek kûçikên nêçîriyê ye. Li gorî rêxistina navneteweyî ya kûçikan FCI, cihê wê yê bingehîn Mexrîb e.

Ev cureya kûçikan li rex cureyeke din ku bi navê Tajî tê naskirin, li herêmê belav dibe. Tajî li herêmên Kurdistan, Iraq, Tirkiyê û Îranê belav dibin û ev nav, di gelek stranên Kurdî de yên ku behsa nêçîriyê dikin, tê bibîrxistin.

Navê wê yê navneteweyî li gorî bilêvkirina Mexribê hatiye sazkirin Slo-ughi. Lê bi zaravaya Mexribê Selûkî tê gotin û bi Erebî jî Selûqî tê gotin.

Kûçikên ji cureya Selûqî piştî Çîta ji bileztirîn ajalan e. Leza wê digihêje derdora 80 km. Nefesê wê ji çîta dirêjtir e. Bê westa dikare heta dûrahiyên dirêj bibeze. Hemû rewşên nêçîriyê tehemul dike û li dû nêçîrê dibeze.

Selûqî ji cureyên kûçikan ên din cuda ye ji ber ku tenê ji xwediyê xwe re nêçîriyê dike, lê heke pir birçî be, mîna kûçikên din ji xwe re nêçîriyê dike.

Girîngtirîn beşên Selûqî yên ku li gundê Eliye têne xwedîkirin, Bason, Tarîx, Biric û Racis in. Pîvana her kûçikek Selûqî di navbera 45 heta 50 kg. temenê wê jî di navbera 12 heta 14 saliyê ye.

Hejmara malbatên ku Selûqî xwedî dikin, digihêje 130 malbatan. Hejmara kûçikên Selûqî jî li gund digihêje 700 kûçikî.

Rêbazên xwedîkirina kûçikan li gorî demsalan tê guhertin. Di havînê de nanê hişk, şîr û hêk jê re têne pêşkêşkirin da ku zêde qelew nebin û bandor li beza wan neke. Di zivistanê de jî bi goşt têne êmkirin.

Di vê dawiyê de sûka kirîna kûçikên Selûqî li dewletên Kendava Ereban derketiye holê. Ji ber wê ev pîşe pêşket û şênî dest bi xwedîkirina Selûqî ji bo firotinê kir.

Xwediyên kûçikan bi rêya malperên têgihiştina civakî têkiliyan bi muşterî de datînin. Piştre kûçik ji derve re nexasim dewletên Kendavê re têne hinartin.

Mihemed Dirbas ji şêniyên gundê Eliye ye û ji kevntirîn xwediyên Selûqî ye. 13 sal di vê pîşeyê de kar dike. Destpêkê bi armanca demxerckirinê kûçik û nêçîriya kêvroşkan kûçik xwedî kirin. Lê piştî ku veguherî bazirganî, cihek taybet ji bo xwedîkirin û perwerdekirina kûçikan ava kir.

Cîhad Mihemed jî kûçikên Selûqî xwedî dike. Ji derdora 15 salan ve debara xwe bi vê pîşeyê peyda dike. Seriyê her kûçikek Selûqî di navbera 5 milyon heta 15 milyon lîreyên Sûriyê ye.

Kûçikê Selûqî bi bedenê xwe yê zirav û bilind, stûyê xwe yê bilind, devê xwe yê xurt, seriyê xwe dirêj û guhên xwe yên pehn tê naskirin.

Pirça wê nerm û kin e. Gelek rengê wê hene, jê sore beht û gewr. Kûçikê Selûqî yê Spanî ji navdartirîn cureyên vî beşî ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UYnqnBbMPuM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>