Rojnameyên erebî: Washington tevgera hevalbendên xwe li hemberî Sûriyê kontrol dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa rewşa Sûriyê, hilweşîna koma Îxwan El-Muslimîn a Lîbyayê û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Washington tevgera hevalbendên xwe li hemberî Sûriyê kontrol dike
23 cotmeh, 2020   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WASHINGTON TEVGERA HEVALBENDÊN XWE LI HEMBERÎ SÛRIYÊ KONTROL DIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hewl da helwestên dewletên endamên Koma Biçûk ku di nav de dewletên Ereban û Ewropayê yên sereke hene, li hemberî gelek dozên Sûriyê û di nav de çalakiya siyasî û kongreya Rûsyayê ya têkildarî penaberên Sûriyê ku tê payîn meha bê li Şamê li dar bikeve, kontrol bike. Ev yek wekî hewldaneke Amerîkayê ya beriya hilbijartinên destpêka meha bê ye.

Beriya wê yekê nûnerê NY`yî Geir Pedersen rojên şemî û yekşemê serdana Şamê kir û bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Muellim û serokê şandeya hikumetê ya Komîteya Destûrê Ehmed Kizberî re civiya. Ev tevgerên Amerîkayê hemwextî dan û standinên di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de yên girêdayî komîteya destûrê û tevgerên leşkerî li Hema, Idlib û rojhilatê Firatê, pêk hatin.

Koma Biçûk ji wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Fransa, Almanya, Urdin, Amerîka û Brîtanyayê pêk tê. Kom piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryara 2254`an û xebatên Pedersen ên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî, dike ku di encamê de dê yekitiya axa Sûriyê û serweriya wê bê parastin û hemû hêzên biyanî yên ku piştî 2011`an derbasî Sûriyê bûne, ji welêt bên derxistin.”

`HILWEŞÎNA PROJEYA ÎXWANAN LI LÎBYAYÊ`

Der barê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Koma Îxwanan a li bajarê Misratayê ragihand ku ew koma xwe ji hev dixe. Li gorî çavdêran, ev nîşaneyeke îtîrafeke nixumandî ya bi hilweşîna projeya Îxwanan li herêmê ye. Her wiha hewldaneke komê ye da ku ji tawanên derve û hundirîn ku dibêjin têkiliyên wê bi terorê hene, bireve.

Endamên komê yên li bajarê Misratayê, bi awayekî komî ji komê îstîfa kiribûn û ragihand ku şaxê wê yê li bajêr ji dîroka 22`yê Cotmeha 2020`an ve hatiye jihevxistin.”

`ÎRAN AGAHIYÊN LI SER PEYMANÊN AŞTIYÊ YÊN IRAQ Û ÎSRAÎLÊ DIŞOPÎNE’

Girêdayî rewşa Iraqê jî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Parlamenterên alîgirên Îranê plan dikin ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî girêdayî rastiya nîqaşkirina doza peymanên aştiyê yên Iraqê û bi Îsraîlê re, lêpirsîn bikin.”

 (şx)