Îsraîlê êrişên asîmanî li dijî Xezayê pêk anîn

Piştî ku ji Xezayê 2 moşek ber bi baregehên Îsraîlê ve hatibûn avêtin, balafirên şer ên Îsraîlê êrişên asîmanî li dijî Xezayê pêk anî.

Îsraîlê êrişên asîmanî li dijî Xezayê pêk anîn
23 cotmeh, 2020   06:41
XEZA

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek dever û erdên çandiniyê ên li naverasta û başûrê Xezayê bombebaran kirin. Di bombebaranê de tu windahiyên canî çênebûn.

Ev êriş piştî ku du moşek ji Xezayê ber bi baregehên Îsraîlê yên nêzî ve hatibû avêtin, pêk hat.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan nuqteyên tevgera Hemasê yên li Xezayê û di nav de nuqteyên çêkirina çekan û jêrzemîn, kirine armanc.

(eh)