Rêveberiya Xweser: Divê Rûsya û Amerîka berpirsyariyên xwe pêk bînin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê destnîşankir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dewam dikin û di demên dawîn de bi taybetî li navçeya Eyn Îsayê zêde bûn û got “Divê aliyên çavdêr û di sêrî de Rûsya û Amerîka berpirsyariyên xwe pêk bînin.”

Rêveberiya Xweser: Divê Rûsya û Amerîka berpirsyariyên xwe pêk bînin
23 cotmeh, 2020   06:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li dijî navçeya Eyn Îsayê, daxuyaniyek da.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku dewleta Tirk ji beriya çend rojan ve bi çekên giran êrişî herêma Eyn Îsayê dike. Ev êriş tevî bangewaziyên navneteweyî yên rawestina hemû operasyonên leşkerî li cîhanê, her wiha tevî lihevkirina Amerîka û Tirkiyê ji aliyekî ve û Rûsya û Tirkiyê ji aliyekî din ve, pêk tên. Tevî ku Rêveberiya Xweser bi Rûsya û Amerîkayê re hevkarî kiribû da ku behaneyên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişên li dijî herêmê nemînin û QSD`ê ji cihên ku li ser lihevkirin çêbûye, hêzên xwe vekişandibûn.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tevî van lihevkirinan jî, dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmê dewam dike û sivîlên li gundên ewle dike hedef. Di encamê de gelek sivîl, di nav de jin û zarok, bûn qurbanî û zirar di milkên şêniyan de pêk hatin.

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de êrişên çeteyan ên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, şermezar kirin û bang li aliyên çavdêr û di sêrî de Rûsya û Amerîkayê kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û aliyên hiqûqî yên têkildar kir ku bi rola xwe rabin û rê nedin ku dewleta Tirk mîna van sûcan pêk bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Mafên Mirovan a NY`yê di raporeke xwe de îşaret bi sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî kiribû. Lê tevî wê yekê jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirin.

(şx)

ANHA