ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23- 10-2020`AN
22 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Sûriya Demokratîk ji bo damezirandina meclisa ciwanan a partiyê civînekê li beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar dixe, saet 10:00'an.

-Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya "Ragihandina pîşedar mîsogeriya guhertina ber bi çakiyê ve ye" kongreya xwe ya 5'an li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi duruşmeya "Bi berxwedana ramanê em şoreşeke çandî pêk bînin", Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê kongreya xwe ya 4'an li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saset 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî rêzegef û sozan, dewleta Tirk a dagirker nuqteyên ku ji hêla hêzên hikumeta Şamê û bi piştevaniya Rûsyayê ve hatibûn dorpêçkirin, ji hev kirin û berdan. Têkildarî vê yekê nîqaş hatin kirin ku dewleta Tirk xwe ji bo bazariyeke nû ya dagirkirina herêmên dîtir ên Sûriyê, amade dike. Sûrî tevgera bi navê "lihevkirinên dualî" bi fikar dişopînin, gelo ev bûyer ber bi ku ve ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla Fadil destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên herêm planên dijber ji hev xistin û bang li civaka navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê li herêmê ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nûnerê Wezareta Derve ya Siwêdê yê taybet bi dosyaya Sûriyê Per Ornius daxuyand ku welatê wî hewl dide piştgiriya projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û bi awayekî yekser alîkariyan bigihîne herêmê. Her wiha diyar kir ku hikumeta Siwêdê li qadên navneteweyî ji bo beşdarkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dan û standinên çareserkirina aloziya Sûriyê de, hewldanan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Senherîb Bersûm diyar kir ku dewleta Tirk bi destwerdananên xwe li Rojhilata Navîn ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn direve. Hewl dide gelê Tirk îqna bike ku ew ji bo berjewendiya giştî ya Tirkiyê vê siyasetê dimeşîne. Bersûm destnîşan kir ku mudexeleyên dewleta Tirk di Sûriyê de çareseriyeke siyasî asteng dike û hewl dide beşên din ji Sûriyê qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê lubnanî Serkîs Ebû Zeyd got: "Erdogan li gelek eniyan êrişên xwe berfireh kirine da ku bandora welatê xwe xurt bike û di her çareseriyeke herêmî de bibe xwedî rol. Niha jî aloziya li başûrê Qafkasyayê gur dike da ku dest deyne ser berhemên wê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed hewldanên ENKS’ê yên rakirina pergala hevserokatiyê red kirin û da zanîn ku ev yek rêxistina jinê hedef digire û wê ji rêvebirina welat bi dûr dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Pîşeya xwedîkirina kûçikên nêçîriyê ji cureya Selûq (tajî) ji pêşiyên xwe girtine. Lê bi demê re ev pîşe veguherîye jêdera jîyara zêdetirî 130 malan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gundewarê rojavayê Dêrazorê çandina fûlên soya tecrubeyeke serkeftî ye, cotkaran di vî wextî de dest bi çinîna wê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA