SOHR: Dronekê civîna çeteyan kir hedef

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku dronekê civîna çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" li gundewarê Idlibê kir hedef.

SOHR: Dronekê civîna çeteyan kir hedef
22 cotmeh, 2020   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got: "Dronek ku tê texmînkirin ku aidê Koalîsyona Navneteweyî ye civîna fermendarên Heyet Tehrîr El-Şam û cîhadîstan kir hedef."

Li gorî çavkaniyê, ev civîn li mezrayeke li gundê Cekara yê li ser sînorê bi Tirkiyê yê gundewarê Selqîn ê rojavayê Idlibê ye. Hate aşkerekirin ku di encama bombebarana dronê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.