'Rêveberiya Xweser encama keda hevgirtina pêkhateyan e'

Telhet Yûnis di komxebata 9'an a MSD'ê de axivî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser encamên yekitiya pêkhateyan û kombûna wan a li derdora hêzên parastinê ye.

'Rêveberiya Xweser encama keda hevgirtina pêkhateyan e'
'Rêveberiya Xweser encama keda hevgirtina pêkhateyan e'
'Rêveberiya Xweser encama keda hevgirtina pêkhateyan e'
'Rêveberiya Xweser encama keda hevgirtina pêkhateyan e'
16 cotmeh, 2020   15:44
QAMIŞLO

Komxebata 9'an a Meclisa Sûriya Demokatîk (MSD) a bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê li Seyrangeha Sîpan a li ser rêya giştî ya Qamişlo-Dêrikê bi dawî bû. 135 nûnerên Meclisa Rûspiyan, nûnerên Rêveberiya Xweser, kesayetên oldar, Yekitiya Rewşenbîrên Qamişlo û Platforma Gel a Yekitiya Kurdî tev li komxebatê bûn.

Mijara yekmeîn a komxebatê ji aliyê hevseroka MSD'ê Emîna Omer, endamên Meclisa Serokatî ya MSD'ê Îlham Metlî, Îbrahîm Selac û Canda Mihemed hate birêvebirin. Beşdaran destnîşan kirin ku pêwîst e rola êşîrên herêmê ji cewherî be û ji bo xizmeta welatê xwe kar bikin. Her wiha hate diyarkirin ku herêm ji kevin heta niha ve xwedî taybetmendiyeke eşîretî ye.

Di mijara duyemîn de îşaret bi têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê de û rola wan di avakirina rêveberiya xweser de, her wiha xebatên saziyên rêveberiya xweser û çawaniya pêşxistina wan hate kirin. Ev mijar ji aliyê serokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis, hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Aram Îshaq û endama rêveber a Saziya Perwerdeyê Meha Casim El-Mihemed ve hate birêvebirin.

Telhet Yûnis bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên civaka Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û diyar kir ku civaka Sûriyê ji gelek pêkhate, ol (Misilman, Xiristiya, Êzidî û Dirzî" pêk tê û xwedî mîraseyeke şaristanî ye, ev pirrengî aktora hêz û xurtkirina têkiliyan e.

Yûnis her wiha îşaret bi pirrengiya erdnîgarîyê kir ku hêza welat di her qadan de zêde dike, lê rejîma Baas ev yek pirrengî veguherand pevçûn û nakokiyên navxweyî, di encamê de civak lawaz bû û di navbera pêkhateyan de nakokî derketin û maf û nasnameyên wan hatin çewisandin.

Yûnis axaftina xwe wiha domand: "Beşê eşîrtî, civakî û çandî û oldar, xwedî mîraseyeke şaristanî di serkeftina şoreşa avakirina civakeke azad ne, ji ber ku pêkhateyên gelên herêmê xwe spartin rêgeza biratiya gelan, jiyana hevbeş û aştiya navxweyî."

Telhet Yûnis di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser damezirandina Rêveberiya Xweser û got, ev rêveberî endamên yekitiya pêkhateyan û parastina wan nirxên ku bi saya keda gelên herêmê hatine bidestxistin e.

Her wiha bal kişand ser kiryarên şaneyên DAIŞ'ê yên ku dewleta Tirk desteka wan dike û diyar kir ku armanca Tirkiyê têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Piştî nirxandina mijara duyemîn deriyê nîqaşan hate vekirin.

Di nîqaşên beşdaran de, mijarên kêmbûna xizmetguzariyê û girîngiya şopandina saziyan û lawazbûna karê wê, her wiha girîngiya pêşxistina qada tenduristiyê li kantona Qamişlo derketin pêş.

Her wiha hate gotin ku pêwîst e karmendên di saziyên Rêveberiya Xweser de baş werin perwerdekirina da ku Rêveberî bi pêş bikeve.

ANHA