Salvegera 9'emîn damezrandina rojnameya Ronahî hate pîrozkirin

Bi boneya salvegera 9`emîn a damezrandina rojnameya Ronahî şahiyek hat lidarxistin.

Salvegera 9'emîn damezrandina rojnameya Ronahî hate pîrozkirin
16 cotmeh, 2020   14:03
QAMIŞLO

Şahî bi beşdarbûna endamên rojnameyê, nûnerên partiyên siyasî, Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûrî, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Ragihandina Azad, saziyên civaka sivîl li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Li hola pîrozbahiyê pankarta bi nivîsa  "Ber bi ragihandineke azad û civakî ve" hatibû daliqandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endamê rêveberiya rojnameya Ronahî Ebdulrehman Mihemed axivî û bi xêrhatine mêvanan kir û salvegera damezirandina rojnameyê pîroz kir.

Piştre sînîvizyoneke li ser pêngavên damezirandina rojnameyê hate pêşandan.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/whEs09Lj-jY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>