Mîhrîcana Amara dest pê kir

Mîhrîcana Amara ya huner, wêje û werzîşê li kantona Şehbayê dest pê kir.

Mîhrîcana Amara dest pê kir
Mîhrîcana Amara dest pê kir
Mîhrîcana Amara dest pê kir
Mîhrîcana Amara dest pê kir
Mîhrîcana Amara dest pê kir
Mîhrîcana Amara dest pê kir
Mîhrîcana Amara dest pê kir
16 cotmeh, 2020   13:53
ŞEHBA

Bi diruşmeya "Mûzaîka çandî, dewlemendî, veguhestin û bedewbûn e" çalakiyên mîhrîcana Amara ya huner, wêje û werzîşê li ser dika Çiyayê Kurmênc a navenda Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dest pê kir.

Hola mîhrîcanê bi wêneyên şehîdan hat xemildanin. Bi sedan şêniyên herêma Şehbayê, nûnerên Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclis û saziyên xwecehî beşdarî mîhrîcanê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa El-Hisên bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Şehbayê, Kurd, Ereb û Tirkman û got: "Ev mîhrîcan mûzaîk di nav xwe de çand û hunera Sûriyê hildigire."

Endama rêveber a Desteya Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê Medya Hemdek armanca lidarxistina mîhrîcanê destnîşan kir û got, mîhrîcan ji bo vejandina çand û hunera ku ji ber kiryarên hêzên dagirker û despotî hatibû windakirin e, mîhrîcan berhemê têkoşîn û berxwedana gel e.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî mîhrîcan li hemû şêniyan pîroz kir û hêvî kirin ku şênî li warê xwe vegerin û mîhrîcanê li ser xaka xwe li dar bixin.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Adil Feraşîn jî axivî û girîngiya parastina çand û hunerê destnîşan kir. Her wiha bang li welatiyan kir û nirxên madî û manewî yên civaka xwe bipaêrzin.

Piştî axaftinan, Koma Şehîd Rojîn Ereb a Helbestan, Koma Cewad Kefernaya ya erebî, Koma Rojava ya Dîlanan, Koma Rêzan a Tirkman û Koma Awazên Şehbayê hunerên xwe pêşkêş kirin. Her wiha pêşangeheke wêneyan hate vekirin.

Mîhrîcan dê sibe bi çalakiyên werzîşê li stada gundê Babnisê were berdewam bike.

ANHA