YE: Nêzîkatiyên Enqereyê şantaj in û nayên qebûlkirin

YE’yê di roja duyemîn a lûtkeya ewropî de ya li ser dosayên rojhilatê Deryaya Spî hatiye nîqaşkirin, rexneyên tûj li Enqereyê kirin û nêzîkatiyên wê bi şantaj û nayên qebûlkirin wesifandin.

YE: Nêzîkatiyên Enqereyê şantaj in û nayên qebûlkirin
16 cotmeh, 2020   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Konseya Ewlekariyê ya Ewropayê Charles Michel di dawiya lûtkeya Brokselê de  kiryarên vedîtina li gazê li rojhilatê Deryaya Spî rexne kirin û got kiryarên dewleta Tirk şantaj û yekalî ne.

Her wiha got, YE’yê piştrast kir ku dê vê rewşê di çileyê de lêkolîn bike, da ku cezayan li dijî Enqereyê bibire.

Di heman demê de jî serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron da zanîn ku dê YE’yê li hember şantajên dewleta Tirk tund be û xwe daneyne.

(fr)