Fransayê hişyariyeke dawî da Lubnanê

Hate zanîn ku şêwirmendekî serokê Fransayê pêr bi lêvegerên serokatiyê û partiyên li Lubanê re peywendî daniye û piştrast kir ku divê di hefteya pêş de erkdariya hikumetê bi dawî bibe.

Fransayê hişyariyeke dawî da Lubnanê
16 cotmeh, 2020   11:21
BEYRÛT

Şêwirmendekî li ser zimanê serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku serokê Fransayê ji paşxistina şêwirmendiyên parlamantoyan ku dihat payîn duh bûya, ne razî ye. Di heman demê de piştî balyoza nû ya fransî Anne Grieriu ji hemû aliyan ve rewşa dosyaya Lubanê nas kir, gotegotênAnne Grieriu bi aliyên peywendîdar re têkiliyên xwe çêkirine, lê di çapemeniyê de zêde neketin rojevê. Anne Grieriu piştî ji Wezareta Karên Derve ya Franasyê der barê destpêkirina şêwirmendiyan li gorî dema nû li dar bixe, perspektîf jê re şand, dê di saetên pêş de dest bi peywendî û hevdîtinan bike.

Agahdariyê kifş kir ku heke rewş ji wiha xerabtir bibe û hin alî ji ser helwesta xwe venegeriyan, dibe ku serokê Macron ji bo çareseriya rewşê şêwirmendekî xwe bişîne Beyrûtê. Lê heke neşîne dê têkildarî dan û standina Fransayê bi Lubnanê û siyasetmedarên wê re, qonaxeke nû dest pê bike û bi awayekî xwezayî dê ev yek ji bo Amerîkayê û civaka navneteweyî derbasdar be. Di encamê de heke ev însiyatîf neyê sekinandin dê Lubnan derbasî kaosekê bike.

(eh)