Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Eyn Îsayê topbaran dike- HATE NÛKİRİN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran benda kontrolê kampa Eyn Îsa, rêya M4 û gundên navçeya Eyn Îsayê topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Eyn Îsayê topbaran dike- HATE NÛKİRİN
16 cotmeh, 2020   10:06
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de benda kontrolê ya rêya M4`ê û gundên Xalidiyê, Hoşan û Ebû Sira yên girêdayî navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê, topbaran dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku vê sibehê navçeya Eyn Îsa û kampa Koçberan bi çekên giran hatibû topbarankirin û di zarokê bi navê Hatim Hazim şehîd bûbû.

ANHA