Yekemîn Kongreya Damezirîner a Yekitiya Êzidiyan dest pê kir

Îro bi tevlêbûna 200 delegeyan, hêzên siyasî û leşkerî û saziyên sivîl Yekemîn Kongreya Damezirîner a Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê bi dirûşma “Bi yekitiya xwe em ê Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin” dest pê kir.

Yekemîn Kongreya Damezirîner a Yekitiya Êzidiyan dest pê kir
Yekemîn Kongreya Damezirîner a Yekitiya Êzidiyan dest pê kir
Yekemîn Kongreya Damezirîner a Yekitiya Êzidiyan dest pê kir
Yekemîn Kongreya Damezirîner a Yekitiya Êzidiyan dest pê kir
16 cotmeh, 2020   10:00
 QAMIŞLO

Bi dirûşma “Bi yekitiya xwe em ê Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin” Yekemîna Kongreya Damezirîner a Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê dest pê kir. Bi dehan êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK), nûnerên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), nûnerên saziyên civaka sivîl û Civata Îslama Demokratîk tev li kongreyê bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre qewlên olî yên ola êzidiayn ji hêla zarokên Dewreya Şehîd Lava Cendo ve hatin vegotin.

Piştre qeyda vîdeoyê ya wekîlê Îmara ya Têkiliyên Derve ya Mala Îmara ya Êzidî Emîr Cahûr Elî Beg hate pêşendan. Elî Beg bi rêya wê qeydê, lidarxistina kongreyê li beşdaran û êzidiyên li Sûriyê pîroz kir.

Piştre bi navê Yekitiya Êzidiyên li Sûriyê Silêman Cafer axivî û kêfxweşiya xwe bi lidarketina mîna vê kongreyê li Sûriyê û pêkhatina yekitiya êzidyan anî izman.

Cafer di axaftina xwe de pêvajoyên ku êzidî beriya şoreşê tê re derbas bûne, bi bîr xistin û got: “Me yekemîn dibistana fêrkirina ola êzdayetiyê li gundê Basûfanê li herêma Efrînê vekir. Li Efrînê me gelek kongre û konferans li dar xistin. Bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk re, êzidiyan cara yekemîn di dîroka Sûriyê de nefeseke kûr kişand. Me tevger û çalakiyên xwe domandin, heta ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka 2018`an êriş kir û herêm dagir kir.”

Cafer piştrast kir ku Yekitiya Êzidiyan dê bibe mala hemû êzidiyan li Sûriyê û derveyî wê.

Cafer di nava axaftina xwe de, komplo û siyasetên ku li dijî êzidiyan li Şengalê pêk tên, ên ku zêdetirî 400 şehîd di êrişên DAIŞ`ê de û ji bo parastina hebûna xwe dane, şermezar kirin.

Piştre sînevîzyonek girêdayî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Şengalê hate pêşendan.

Kongre berdewam e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bxsCQ_z8QXI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>