Fîlmê li ser rewşa Sûriyê; ‘Cudahiyên Jiyana Azad’

Fîlmê ‘Cudahiyên Jiyana Azad’ ku dê di Mîhrîcana Amara de bê pêşandan, îşaretê bi jiyana hevbeş a gelên herêma Şehbayê, şerê taybet ê li ser şêniyan tê meşandin û hewldanên derxistina fitneyê û şer di navbera gelan de dike.

Fîlmê li ser rewşa Sûriyê; ‘Cudahiyên Jiyana Azad’
16 cotmeh, 2020   08:54
ŞEHBA-ALAN REŞÎD-XANDÎ ELO

Îro di Mîhrîcana Amara ya Çand, Huner û Werzîşê ku li Şehbayê tê lidarxisti, dê fîlmê bi navê “Cudahiyên Jiyana Azad” were pêşandan. Dema fîlmê 40 deqe ye.

Fîlm li kantona Şehbayê hate kişandin û tê de behsa hişmendiya baviksalar ku li ser civakê serwer bû û Şoreşa 19`ê Tîrmehê,tê kirin.

Endamê rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê Ebdulezîz Kûsa û hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê Mihemed Weysî senaryoya fîlmê nivîsîne.

Fîlm behsa du malbatên Kurd û Ereb ên koçber dike. Destpêkê behsa çîroka koçberkirina şêniyên Efrînê ber bi Şehbayê ve tê kirin, ku çawa şêniyên Şehbayê pêşwaziya wan kirin, her wiha behsa hewldanên îstixbarata dewleta Tirk a sîxurkirina ciwanên herêmê û behsa rizgariya jinên Şehbayê di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, tê kirin.

Rûhay Kûsa ku rola ‘Dayika Hevrîn’ lîstiye, daxuyand ku wê kesayeta jineke Kurd lîstiye di civakê de xwedî nêrîn e û dijberî zîhniyeta baviksalar derdikeve. Ew jin piştî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava bandorê li jinên din ên civakê jî dike.

Ebdulezîz Kûsa diyar kir ku fîlm rastiya jiyana wan rave dike, ji jiyana hevbeş a li herêmên Şehbayê bigire û heta bi şerê taybet ê ku li ser şêniyan tê meşandin û hewldanên sîstemên sermeyadar ên derxistina fitneyê û şer di nava gelan de.

 (eh)

ANHA