Yekitiya Ewropayê hişyarî da dewleta Tirk ku dê cezayan lê ferz bike

Lîderên Ewropayê pêncşemê bi awayekî neyekser serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan hişyar kir.

Yekitiya Ewropayê hişyarî da dewleta Tirk ku dê cezayan lê ferz bike
16 cotmeh, 2020   08:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tê pêşbînkirin ku ev hişyarî di gera duyemîn a hevdîtinên lûtkeya Ewropayê de ya ku li Brukselê li dar dikeve û dê siyaseta derve û têkiliyên bi dewleta Tirk re werin nîqaşkirin, îro (roja înê) dewam bikin.

Piştî ku dewleta Tirk keştiya lêgerîna gazê dîsa şand herêma binakok a li hemberî Yewnanistanê, nakokiya di navbera dewletên Ewropayê û Enqereyê de dîsa vegeriyan.

Lîderên Ewropayê, pêncşemê ceza li gelek kesên nêzî serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ferz kiribûn.

Lîderên Ewropayê bi vê yekê Enqere hişyar kir ku dest di gelek dozên herêmî wekî Sûriye, Lîbya û herî dawîn jî Qerebaxê werdide. Dewleta Tirk gelek çeteyên Sûriyê şandin Azerbêcanê da ku li kêleka wan şer bikin. Wekî ku berê jî ji bo piştgiriya hêzên hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê çeteyên xwe şandibûn wir.

Dibe ku Yekitiya Ewropayê (YE) cezayan li hinek berpirsên Tirk jî ferz bike, nexasim ku berê jî besha wê yekê kiribû û piştrast kiribû ku dê ji bo rawestandina provokasyonên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî dê gelek tedbîran bigire.

Lîderên Ewropayê di civîna xwe ya destpêka vê mehê de ji bo dan û standina bi aloziya Rojhilata Navîn re, 2 vebijark diyar kiribûn. Ji dewleta Tirk re got ku keştiya xwe ji Qibris û Yewnanistanê vekişîne, tevgerên xwe yên yekalî rawestîne û dest bi dan û standinan bike da ku nakokiyên xwe bi Yewnanistanê re çareser bike.

Li gorî daxuyaniya fermî ya ku di destpêka mehê de hatiye dayîn, Yekitiya Ewropayê dê tevahiya derfetên heyî bi kar bîne da ku berjewendiyên YE`yê biparêze.

(şx)