Rojnameyên ereb: Hedefgirtina rayedarên Rûs li Sûriyê û Tirkiyê çareseiya li Lîbyayê têk dibe

Di demekê de ku li dijî rêveberên dosyaya çareseriya Rûsyayê li başûrê Sûriyê bûyerên kuştinê pêk hatin, çavkaniyan eşkere kir ku efserekî lubnanî berê xwe daye Washintotnê da ku navbeykariyê di navbera Şam û rêveberiya Turmp de di doza dîlgirtiyên Amerîkayê de bike. Dewleta Tirk jî hewl dide çareseriyên siyasî yên li Lîbyayê têk bibe. Aloziya erkdarkirina serokê hikumeta Lubnanê jî hîna berdewam e.

Rojnameyên ereb: Hedefgirtina rayedarên Rûs li Sûriyê û Tirkiyê çareseiya li Lîbyayê têk dibe
16 cotmeh, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê û aloziya Lubnanê kir.

‘EFSEREKÎ LUBNANÎ ÇÛ WASHINGTONÊ DA KU NAVBEYNKARIYA ŞAM Û RÊVEBERIYA TRUMP BIKE’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Aliyên siyasî û çapemeniyê yên Lubnanê eşkere kir ku serokê giştî yê ewlehiya giştî ya Lubnanê Ebas Îbrahîm li ser vexwendnameyeke fermî ji hêla şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Amerîkayê Robert O'Brienve serdana Washingtonê kiriye.

Her wiha bi bîr xistin ku Ebas Îbrahîm dê gelek mijarên girîng ên girêdayî rewşa Lubnanê, cezayên li dijî Hizbullahê û hevalbendên wê yên siyasî, dosyaya dîlgirtiyên Amerîkayê yên ku li Sûriyê têne ragirtin, werin gotubêjkirin.

Tê destnîşankirin ku lîwa Îbrahîm daxwazên rejîma Sûriyê ji bo dosyaya dîlgirtiyên Amerîkayê li Washingtonê gotobêj kiribe ku Şam têkiliyên xwe bi vê mijarê re înkar dike.

Li gorî pêşbîniyên çavdêran, rêveberiya Amerîkayê bi hêvî ye ku Îbrahîm roleke pêşketî di navbeynkariya serbestberdana hemwelatiyên wê yên ku li Sûriyê têne girtin de beriya hilbijartinên Amerîkayê, bilîze. Li gel wê jî, hişyarî tên kirin ku rejîma El-Esed pêwîstiya serokê Amerîkayê ya girtina vê dosyayê bi lez, bi kar bîne û li bermaberî wê taloqkirina Qanûna Qeyser yan jî vekişîna ji herêma Tinif ya stratejîk bixwaze.

Serokê Peymangeha Washingtonê ya siyaseta Rojhilata Dûr Robert Satloff li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Divê berdêla vê yekê ne windahiyeke stratejîk be, wekî vekişîna me ji Tinifê ku dê rejîma El-Esed û Îran bi wê yekê kêfxweş bin.”

’NAKOKIYA RÛSYA-ÎRANÊ BÊ NAVBER IN‘

Rojnameya Şerq El-Ewsat rewşa li başûrê Sûriyê nirxand û got: “Duh li Deraayê derdora 3 hezar kes tev li oxirkirina rêveberên komên muxalîf û di nav de Edhem Ekrad hebû, bûn. Li gel tawanbarkirina hêzên rejîma Sûriyê bi pêkanîna van bûyerên ku duh li dijî rêveberên ku çareseriya bi Rûsyayê re pêk hatine û li gorî wê hêzên rejîma Sûriyê vegerin başûrê welêt. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got: “Nakokiya Rûsya-Îranê bê navber li gelemperiya başûrê Sûriyê nexasim li parêzgeha Deraayê dewam dike. Rûsya hewldana xurtkirina hegemonyaya xwe (Feyleqa 5’an) ji bo têkbirina hevalbendiya xwe bi Îranê re didomîne û dixwaze Deraayê bi tenê kontrol bike.”

Îran jî biçekkirina ciwanan li beramberî pereyan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe didomîne. Li başûrê welêt hejmara kesên bi xwebexşî tev li hêzên Îranê û mîlîsên wê bûne, gihaşt zêdetirî 7 hezar û 900 kesan. Li rex wê jî Tugaya 4’an bi serkêşiya Mahir El-Esed birayê Beşar El-Esed heye. Ev tugay bi piştevaniya xwe bi Îranê re tê naskirin û seriyê şerê bi Feyleqa 5’an re ye.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE ÇARESERIYÊN LI LÎBYAYÊ TÊK BIBE’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê binpêkirina agirbestê li herêma Xeta Sor derewand û odeya operasyonên El-Kerame got propagandaya dezgehên Tirk ji rastiyê dûr in.”

Çavkaniyeke leşkerî ya lîbyayî ji El-Beyan re diyar kir ku dibe bûyerên ku di van çend rojên dawîn de rû didin, ji bo tawanbarkirina Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê bin ku agirbest binpê dike, hewldanêna rejîma Erdogan ji bo rewakirina her êrişekê ji hêla hêzên alîgirên wê ve li ser Xeta Sor li Sirte û Cefreyê yan jî li herêmên başûr îspat dikin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku Enqere ji însiyatîfên çareseriya siyasî, lihevhatin nîştîmanî û gerên ewlehiyê, leşkerî û destûrê, ne razî û ne rehet e. Her wiha ji rola Misirê di yekkirina daxwaza gelê Lîbyayê ji bo ku aloziya xwe bidawî bikin aciz e. Serokê Rêveberiya Şêwirmendiya Manewî ya Artêşa Lîbyayê Xalid El-Mehcûb di daxuyaniyekê de diyar kir ku artêş moşek navêtine.

‘EL-HERÎRÎ DI SEROKATIYA HIKUMETÊ DE BI ISRAR E’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Exbar wiha nivîsî: “Roja yekemîn piştî paşdexistina dema şêwirên parlamantoyê bêyî pêkhatina geşedanên din bi dawî bû. Seed El-Herîrî bi îsrar e ku bibe serokê hikumetê.”

(şx)