Li Idlibê 2 fermandarên El-Qaîdeyê hatin kuştin

Artêşa Amerîkayê ragihand ku bi balafireke bêpîlot 2 fermandarên El-Qaîdeyê li Idlibê hatine kuştin.

Li Idlibê 2 fermandarên El-Qaîdeyê hatin kuştin
16 cotmeh, 2020   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Fox News a Amerîkayê ragihand ku roja pêncşemê artêşa Amerîkayê bi balafireke bêpîlot êrişeke asîmanî pêk aniye û di encamê de 2 fermandarên El-Qaîdeyê li bakurê rojavayê Sûriyê hatine kuştin.

Berdevkê Rêveberiya Navendî ya Amerîkayê Beth Riordan bi daxuyaniyekê ji kanala Fox Newsê re diyar kir ku hêzên Amerîkayê  di 15'ê Cotmehê de li dijî El-Qaîdeyê li Sûriyê li derdora bajarê Idlibê êrişek pêk aniye.

Çavkaniyên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihand ku êrişa Amerîkayê li dijî erebeyeke li herêma Ereb Seîd a derdora Idlibê pêk hatiye û tê de 2 fermandarên rêxistina Huras El-Dîn ên bi navên Ebû Diz El-Misirî û Ebû Yûsif El-Mexribî hatine kuştin.

Rayedaran ji Fox Newsê re diyar kir ku ev êriş ji aliyê Fermandariya Operasyonên Taybet ên Amerîkayê ve pêk hatiye û ji meha Îlonê ve, ev yekemîn êrişa bi balafireke bêpîlot a artêşa Amerîkayê ye ku li idjî endamên El-Qaîdeyê li Sûriyê pêk tê.