Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şehîdê Hêzên  Erka Xweparastinê Mihemed Mûsa li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê spartin axê. Di merasîmê de şehîd Munîr Taha hat bibîranîn.

Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin
Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin
Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin
Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin
Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin
Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin
Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin
Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin
Şehîd Mûsa li Hesekê hate veşartin
15 cotmeh, 2020   18:21
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Mûsa ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi goristana  Şehîd Dijwar ve ketin rê. Di merasîmê de şervanê QSD'ê Munîr Taha (Lewend Qamişlo) yê li Baxozê şehîd bibû, hate bibîranîn.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û şervanên QSD, YPG, YPJ û Erka Xweparastinê toraneke leşkerî li dar xist.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Eseed û ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate destnîşnakirin ku "Şehîd parçeyek ji dil û bedenê me ne, em bi wan serbilind in ji ber ku ji bo parastina xaka xwe û rûmet û azadiya gelê xwe berdelên giranbuha dane."

Di axaftinan de hate gotin, hin alî hene hewl didin yekitiya pêkhateyan a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan xîrab bikin "Nikarin projeya me ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin têk bibin."

Kesên axivîne soza şopandina rêya şehîdan hate pêkanîna armancên wan dan.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên herdu şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Mihemed Mûsa di nava diruşme û tilîliyên dayikan de hate veşartin.

ANHA