Dayika şehîd Zîlan: Ez bi keça xwe serbilind im ku bû meşeleya azadiyê

Dayika şehîd Zîlan Ereb di merasîmê salvegera yekemîn a şehadeta keça xwe de got: "Ez bi keça xwe serbilind im ku bûye pêşeng û meşeleya azadiyê di Berxwedana Rûmetê de."

Dayika şehîd Zîlan: Ez bi keça xwe serbilind im ku bû meşeleya azadiyê
Dayika şehîd Zîlan: Ez bi keça xwe serbilind im ku bû meşeleya azadiyê
Dayika şehîd Zîlan: Ez bi keça xwe serbilind im ku bû meşeleya azadiyê
Dayika şehîd Zîlan: Ez bi keça xwe serbilind im ku bû meşeleya azadiyê
Dayika şehîd Zîlan: Ez bi keça xwe serbilind im ku bû meşeleya azadiyê
Dayika şehîd Zîlan: Ez bi keça xwe serbilind im ku bû meşeleya azadiyê
Dayika şehîd Zîlan: Ez bi keça xwe serbilind im ku bû meşeleya azadiyê
Dayika şehîd Zîlan: Ez bi keça xwe serbilind im ku bû meşeleya azadiyê
15 cotmeh, 2020   17:57
HESEKÊ

Meclisa Jinan a PYD'ê ya kantona Hesekê, endama akademiyên siyaseta demokratîk a PYD'ê Emel Ferhan (Zîlan Hesekê) a ku 15'ê Cotmeha 2019'an di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê ya li dijî di êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê şehîd bû, di salvegera şehadeta wê yê yekemîn de li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê bi bîr anî. Endamên PYD û malbata şehîd Zîlan, nûnerên saziyên sivîl beşdarî bîranînê bûn.

Pşitî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD'ê Zûzan Dêrik û endama rêber a Kongreya Star a kantona Hesekê Şukriya Mihemed axivîn.

Di axaftinan de cangoyên azadiyê hatin bibîranîn û hate gotin ku bi saya şehîdan serkeftin hatin bidestsxistin û palanên dijmin ên li heêrmê hatin têkbirin.

Her wiha hate gotin ku têkoşer Zîlan bi kesayeta xwe ya berxwedêr de dihat naskirin, di Berxwedana Rûmetê de berî da eniyên pêşîn ên Serêkaniyê û gihişt asta şehadetê.

Kesên axivîn gotin: "Şehîd Zîlan nûnertiya kesayeta jina azad ya xwedî îrade û îsrara xurt dike, bû şehîdn hemû gelan û meşeleya azadiyê." Her wiha soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Dayika şehîd Zîlan, Fadiya Yûnis bal kişand ser têkoşîna keça xwe ya şehîd û got: "Şehîd Zîlan dest ji hevalên xwer berneda, bi rihê xwe berxwedêr tê naskirin. Ez bi keça xwe serbilind im ku bûye pêşeng û meşleya azadiyê di Berxwedana Rumetê ya li Serêkaniyê de."

Endama Meclisa PYD'ê Hayistan Hesen plaketek diyarî malbata şehîd Zîlan kir.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA