Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê konferansa xwe ya duyemîn li avahiya Meclisa Qanûnsaz li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
15 cotmeh, 2020   17:12
MINBIC

Malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê, şandeyên ji meclisên malbatên şehîdan ên Reqa, Tebqa, Dêrazor, Kobanê, Qamişlo, Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro, Hevserokên Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Mihemed û Farûq El-Maşî û cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di konferansê de amade bûn.

Hola konferansê bi wêneyên şehîdan, pankartên girêdayî nirxên şehîd û şehadetê hat xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got: "Em serbilind in em bi malbatên şehîdan re ne, şehîdan ji bo em bijîn canê xwe feda kirin û bi xwîna xwe welat ji terorê rizgar kirin."

Piştre, hevserokê Meclisa Mablatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo nirxandinê rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî şehîdan xwend.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got, gotina herî xweş û mezin şehîd e, ji ber ku gelek wate û nîşaneyên wê hene û gotinek di asta bilind de ye.

El-Ebid got: "Em rê nadin Sûriyê were parçekirin, şerê navxweyî û destwerdana derve qebûl nakin."

Di berdewama konferansê de, Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xelo jî destnîşan kir ku malbatên şehîdan ji bo jiyaneke bi azad û bi rûmet zarokên xwe dane, ne ji şehîdan baye ev konferans lidar nediket û aştî li herêmê pêk nedihat.

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, berdevkê fermî yê meclisê Şervan Derwîş şehîd pêşengên manewî yên gel in û soza şopandina xeta wan da.

Seroka Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Asya Hisên jî bal kişand ser rewşa Sûriyê ji dema aloziyê ve, destwerdana derve di karûbarên Sûriyê de û sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Asya di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê xeta projeya neteweya demokratîk û çareseriya aştiyane ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî bişopînin.

Berdevka Fermî ya Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên wê Îbtîsam Ebdulqadir jî got: "Em îro bi hemû malbatên şehîdan re li cihekî kom bûne da ku qehremantiya wan bi bîr bînin. Em bi wan serbilind in û em ê xeta wan bişopînin."

Endamê Mala Gaziyan Mihemed Xêr El-Ehmed jî konferans li malbatên şehîdan pîroz kir û birîndarên şer û dayikên şehîdan silav kir.

Li ser navê eşîrên Minbicê, Adil Ebdulselam got: "Şehîd bi xwîna xwe ya pak xaka welat avdan û mûna ku roja ku di dema tariyê de ronî didin e."

 Piştî axaftinan, rapora salane û rêziknameya Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin û li ser nîqaş hate kirin.

Li ser pêşniyar û nêrînên beşaran plansaziya xebata dema bê hate dayîn. Ji wan; kargeheke dirûnkariyê ji bo hevjînên şehîdan were vekirin, her şitilgeh werin vekirin, ji bo malbatên şehîdan dewreyên perwerdeyê werin vekirin, komîteya zarokan, aborî, perwere û rêxistinî werin aktîvkirin.

Piştre 17 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan (10 jin û 7 zilam) hatin hilbijartin.

Endamê rêveber ê Desteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arif Bal axaftina dawî ya konferansê kir, endamên hatiln hilbijartin pîroz kir û hêvî kir ku bûnerên baş ên malbatên şehîdan bin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AMkRybBidKI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>