Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin

Bi diruşmeya "Bi têkoşîna yekitiya gelan ji bo Sûriyê em ê teqez bi serkeftin" Meclisa Ciwana a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Tebqayê, konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.

Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin
Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin
Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin
Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin
Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin
Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin
Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin
Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin
Konferansa 1'emîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê hate lidarxistin
15 cotmeh, 2020   14:43
TEBQA

Konferans li navenda Çand û Hunerê ya li Tebqayê bi beşdarbûna sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroyê ya Sûriyê Sîham Dawud, hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer, nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê û nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger hate lidarxistin.

Hola konferansê bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan, diruşmeyên wekî "Pêşeroja welat bi ciwanan e û pêşeroja ciwanan bi welat e, Sûriya pêşerojê li dijî fikirê despotî ye û şoreşa li dijî terorê ye, ciwanên me bawerî, hêvî û îsrara me ne, em ê dagirkeriya têk bibin û şoreşê biparêzin" hatibû xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Sîham Dawud axivî, şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û got: "Rejîma Sûriyê berpirsê aloziya Sûriyê ye, siyaseta yek al welat gihand vê ast û aloziya ev 10 sal in dewam dike. Lê gel fatoriya vê aloziya dide, bi milyonan kes koçber bûne û bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dan."

Sîham bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê û got: "Dewleta Tirk mîna penceşêrê ye. Destê wê di hemû alozî û şerê li herêmê rû didin de ye. Şandina bi hezaran çeteyan ji bo Lîbya û Azerbaycanê şahidê vê yekê ye. Hebûna çeteyên wê li Idlibê destpêka dagirkeriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû."

Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Mezlûm Omer konferans li ciwanan pîroz kir û got: "Di dîrokê de, em dibînin ku ciwan pêşengtiya serhildanên li hemberî desthilatarî û zilmê ne û civakê ber bi jiyaneke bi rumet û azad ve bi rêxistin dikin. Ji ber wê çînê pêşîn e ku ji aliyê desthilatdaran ve tê hedefkirin. Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meşeleya serhildanê ye û kilîta serkeftina hemû gelan e."

Piştî axaftinan, endamê rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Abdullah Aslan perspektîvên giştî yên partiyê xwend, ku ji rewşa siyasî ya herêmê, nêrînên partiyê li ser çareserkirina aloziya Sûriyê û girîngiya beşdarkirina hemû pêkhateyan di çareserkirina aloziyê de pêk dihat.

Di konferasnê de, peyamên pîrozbahiya konferansê hatin xwendin.

Ji bo rêvebirina konferansê, Mihena El-Elî, Cûdî Berkel, Meryem Filah wekî endamên dîwanê hatin hilbijartin. Endamên dîwanê rapora salane ya xebatên Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê eşkere kirin û sînîvozyonek li ser xebatên ciwana yên sala borî hate pêşandan.

Ji bo pêşxistina xebatê meclisê pêşniyar hatin kirin. Ji wan, bilindkirina asta pisporiya teknîkî ya ciwanên partiyê bi rêya zêdekirina dewreyên perwerdeyê û berfirehkirina qada rêxistinbûyîn li gundan.

Piştre rêziknameya Meclisa Ciwana a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate xwendin û li ser nêrîn û pêşniyarên beşdaran bendên wê hatin erêkirin.

Ji bo meclisa nû hilbijartin pêk hat, Meryem Felah bû seroka meclisa Ciwanan a Partiya Pêşeroya ya Sûriyê ya Tebqayê, Hesen Kino bû cîgir û 17 endamên din hatin hilbijartin.

Endamên nû sond xwarin soza şopandina xeta şehîdan, parastina destkeftiyên şoreşê û pêşxistina rola ciwanan di parastinê de da.

Di dawiya Konferansa yekemîn a Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Tebqayê Meryen Felah encamên konferansê xwend.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aQSjLF3ljPI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>