Li Efrîna dagirkirî îstixbarata dewleta Tirk 5 sivîl revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker îro 5 sivîl ji navçeya Mabata û gundê Îkîdamê yê navçeya Şera ya Efrînê revandin û ber cihekî nediyar ve birin.

Li Efrîna dagirkirî îstixbarata dewleta Tirk 5 sivîl revandin
15 cotmeh, 2020   11:59
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirker ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk û bi alîkariya qaşo "polîsên sivîl" ên girêdayî wan 4 sivîl ji gundê Avrazê û navenda navçeya Mabata revandin.

Li gorî çavdêriyê navên kesên revandî wiha ne: Firat Ehmed, Zozan Misto Kibik, Ebd El-Mutelêb Mehî El-Dîn Şêx Neasan û Hesen Îbşano ne.

Çavkaniyan ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birin.

Di heman çarçoveya de Saziya Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê diyar kir ku muxtarê gundê Îkîdamê ya navçeya Şera Nebî Omer ji hêla îstixbarata dewleta Tirk hat revandin û ew jî ber bi cihekî nediyar ve birin.

ANHA