Li Til Hemîsê 58 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn

Di merasîma bîranîna 58 şehîdên Berxwedana Rûmetê de hate destnîşankirin ku şehîdan ji bo ku gelê xwe ji zulmê û koletiyê xilas bikin û destkeftiyan biparêzin canê xwe feda kir.

13 cotmeh, 2020   12:55
QAMIŞLO

Meclisa malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê bi merasîmekê 58 şehîdên Berxwedana Rûmetê yên ku di Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li Serêkaniyê û Girê Spî de di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîm li Goristana Şehîdan a navçeyê li dar ket. Malbatên şehîdan ên navçeya Til Hemîsê, Til Birak, Til Koçer û Tirbespiyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê di merasîmê de beşdarî merasîmê bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan cihê merasîmê bi wêneyên şehîdên Serêkaniyê û Girê Spî xemiland. Merasîm bi torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve destpê kir.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD`ê Egîd Sakar axivî û got: “Şehîdan ji bo ku gelê xwe ji zulmê û koletiyê xilas bikin, ji bo ku destkeftiyên ku îro bi saya xwîna wan hatine bidestixistin biparêzin, canê xwe feda kirin. Ji ber wê ji me tê xwestin ku em asta têkoşînê mezin bikin. Em deyndarên wan û rêber Abdullah Ocalan in.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê hevserokê meclisê Ehmed El-Abawî axivî û tevahiya şehîdên azadiyê û rûmetê û şehîdn Hevrîn Xelef, dayîka Eqîde, Zîlan Ereb û Amara bi bîr anîn.

El-Abawî di nav axaftina xwe de anî ziman ku dîktetor Erdogan piştî ku komên çeteyên girêdyaî wî têk çûn, bi awayekî yekser mudexeleyî herêmê kir û herêmên Sûriyê ji Efrîn bigire heta bigihêje Serêknaiyê dagir kirin.

Di merasîmê de Hisên El-Elî bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê axivî û wiha pê de çû: “Em bi şehîdan ser bilind û serfiraz in. Wan zulm û zordestî li ser gelên bindest rakirin."

 (şx)

ANHA