Li Hesekê girêdayî xwekuştinê panelek hat lidarxistin

Saziya Olî ya Jinên Misliman a kantona Hesekê, bi sponseriya Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî sûcên xwekuştinê, sedemên wê û şîrovekirina wê di olan de, panelek li dar xist.

Li Hesekê girêdayî xwekuştinê panelek hat lidarxistin
Li Hesekê girêdayî xwekuştinê panelek hat lidarxistin
Li Hesekê girêdayî xwekuştinê panelek hat lidarxistin
Li Hesekê girêdayî xwekuştinê panelek hat lidarxistin
Li Hesekê girêdayî xwekuştinê panelek hat lidarxistin
Li Hesekê girêdayî xwekuştinê panelek hat lidarxistin
Li Hesekê girêdayî xwekuştinê panelek hat lidarxistin
13 cotmeh, 2020   13:02
 HESEKÊ

Di demên dawîn de, ji ber gelek sedeman û di serî de şerê ku gel bi dehan salan gel pê re rû bi rû maye, bûyerên xwekuştinê di civakê de zêde bûn.

Di vê çarçoveyê de, Saziya Olî ya Jinên Misliman a kantona Hesekê girêdayî diyardeya xwekuştinê, encam û çareseriyên wê panelek li dar xist.

Panel li peymengeha Îslamî ya li taxa Mişêrfe li dar ket û bi dehan endamên navend û saziyên sivîl ên bajêr, endamên Saziya Olî ya Jinên Misliman, rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û rêxisitna Pêl beşdarê bûn.

Di destpêka panelê de endama rêveber a Saziya Olî ya Jinên Misliman a kantona Hesekê Heyat Atiye, endama saziyê şaxê kantona Qamişlo Hîbe Deblîz girêdayî sedemên xwekuştinê û sedemên wê, axivîn.

Heyat diyar kir ku gelek sedemên vê diyardeyê hene, ku ya sereke şer, zextên derûnî, hestiyarî û malbatî ne û vê yekê hişt ev diyarde bi rêjeke mezin di civakê de belav bibe.

Ji bo rêgirtina li pêşiya vê diyardeyê, Heyat da zanîn ku ew di saziya olî de dê panelên xwe li tevahiya kanton, bajar, navçe û saziyên sivîl zêde bikin.

HÎbe Delîz jî nêrîna olan ji vê diyardeyê şîrove kir û wiha got: “Tevahî olan li dijî xwekuştinê ne û kuştina can heram dikin.”

Axaftvanan bang li civakê bi giştî û jinan bi taybetî kir ku ji vê diyardeyê dûr bikevin û aliyên têkildar ji berpirsên van bûyeran agahdar bikin.

(şx)

ANHA