Meclisa Jinan dayika Eqîde bi bîr anî

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dayika Eqîde di salvegera yekemîn a şehadeta wê de bi bîr anî û diyar kir ku dayika Eqîde ji wan dayikan bû ku soza şopandina rêya azadiyê da şehîdan.

Meclisa Jinan dayika Eqîde bi bîr anî
13 cotmeh, 2020   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisê girêdayî mijarê daxuyand parve kir û tê de wiha hate gotin:

 “Îro (13’ê Cotmehê) salvegera yekemîn a şehadeta dayika Eqîde ye ku dîroka xwe ya têkoşînê bi gotina “Ez diçim Serêkaniyê da ku li dijî dijmin li kêleka hêzên me bisekinim, em ji bilî hêza xwe û kezebên xwe baweriyê bi kesî naynin” bi dawî kir.

Bi hezaran pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dabû Serêkaniyê û Girê Spî da ku ji bo parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, xwe bikin mertalên zindî û alîkariya sivîlên ku ji ber êrişan asê mabûn, bikin.

Dayika Eqîde yek ji wan dayikan e ku soz da şehîdan ku heta dawiyê rêya azadiyê bişopînin. Dayika Eqîde endama Kongreya Star bû û ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve beşdarî avakirina meclis û komînan bû. Her wiha bê rawestan ji bo mayîndekirina têgeha neteweya demokratîk û pêkanîn edaleta civakî, kar kir.

Wek Meclisa Jinan a Sûriyê em di vê boneya biêş de, dayika Eqîde û bi hezaran jinên ku parastina mirovahiyê û mafên jinan kirine, bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xewnên wan û parastina destkeftiyên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêya wan bişopînin. Her wiha em bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan dikin ku li dijî dijminahiya Turanî bisekinin û li ser sûcên şer ku li dijî gelên Sûriyê pêk anîne, hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.”

(cx)

ANHA