​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi koronayê ketin
13 cotmeh, 2020   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên bi koronayê mirine yek mêr e û ji Kobanê ye û ya din jî jin e û ji Hesekê ye.

Her wiha Mistefa diyar kir ku 71 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 33 mêr in û 38 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 16
Qamişlo: 17
Dêrik: 11
Amûdê: 10
Girkê Legê: 9
Dirbêsiyê: 5
Çilaxa: 1
Rimêlan: 1
Til Koçer: 1

Ciwn Mistefa destnîşan kir ku 11 kes jî ku bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan re hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 2 hezar û 517 kesan, ji wan 86 kesan jiyana xwe jidest daye û 595 kes jî baş bûne.

(oh)

ANHA