ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 10-2020`AN
12 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi sponseriya Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Saziya  Olî ya Jinên Muslman a kontona Hesekê, panelê bi navê "Ol û sûcên xwekuştinê" li Peymangeha Olî ya li taxa Mişêrfê li dar dixe, saet 11:00'an(BI WÊNE Û DÎMEN)..

-Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta nûçegihanê me Seed Ehmed merasîma bîranînê li gundê Til Nesrî yê Til Temirê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mîhrîcana Yekemîn a Ciwanan  a Şehîd Bawer Agir li daristana bajarê Kobanê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbenda Heleb a Reweşenbîaran şevbêrkekê li hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) panela xwe ya bi diruşmeya "Ber bi kongreyeke niştimanî ji bo gelê Cizîr û Firatê" li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisên Til Hemîs û Til Birak merasîmê bîranîna şehîdên Serêkaniyê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Salek di ser şehadeta rojnamevanê şehîd Seed Ehmed ê dilsozê kar û hevalê xwe re derbas bû. Şehîd Seed bê westan bi kamera û pênûsa xwe rastiya gelê berxwedêr û hovîtiya dagirkeran belge kirin û di oxira wê de bû sembola şehîdê heqîqetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Em di bin bandora her tiştê ku em bûne şahidê wê de jiyana xwe didomînin. Heta hinek caran kel û pêlên pê re jî heçku naxwazin şopên wan deman ji bîra mirov bibin. Bo nimûne tu nikarî perçeyên cilên peritî û bedenê parçeyên şarapnelan hincirandî têne bîra te. Tu dikî nakî nikarî dewxa xwîna bi makîneya fotografan ve windabûyî paqij bikî… Heke pak bikî jî jê naçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendên Navenda Şehîd Xabûr a navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê piştrast kir ku hedefa tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan têkbirina vîna gelan e, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku ji rola xwe ya temaşeker der barê tecrîdê de derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di kampa Holê de 64 hezar û 373 kes hene. 6 hezar û 706 malbat ji Sûriyê ne, 8 hezar û 209 malbat ji Iraqî ne û 2 hezar û 778 malbatên biyanî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hiqûqnas Mihemed Hisên got: "Rêxistinên navneteweyî berpirsên sûcên dewleta Tirk li herêmê ne. Bêdengiya wê jî dewleta Tirk teşwîqî sûcan dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a Helebê diyar kir ku dê gelê Kurd bi yekitiya xwe li hember hemleyên qirkirinê yên Tirkiyê yên li dijî kurdan, bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Edaleta Jin buroyekê bi navê şehîd Dayika Eqîde li bajarokê Rimêlan vedike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Jinan a MSD'ê panelekê bi navê "Rola jinan di çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê de", li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika Eqîde wek çalakvaneke welatparêz û jin ji salên 80’î de têkoşî, pêşenga belavkirina fikra azad di navbera jinan de bû, li ser xeta berxwedanê li dijî dewleta Tirk a dagirker meşî, gihaşt asta şehadetê û bû sembola Berxwedana Rûmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Di gel astengiyên vê merheleyê tîmên werzîşê yên taxên Kobanê tên damezrandin û klûbên sporê yên di her kategoriyê de tên avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li ser erda ku divêyabû biba parka giştî sûk hat avakirin. Şaredariyê diyar kir ku li ser dabînkirina erdekî din ê altarnatîf dixebite. Da ku sûkê bi piştevaniya xwediyên bestan veguhêzin wir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA