Wezîrên derve yên Misir, Urdin û Iraqê wê sibe li Qahîrayê bicivin

Li gorî Wezareta Karên Derve yê Misirê, sibe wezîrên karên derve yên Misir, Urdin û Iraqê li Qahîrayê civîna derbarê mekanîzmaya hevkariyê sêalî de li dar dixe.

Wezîrên derve yên Misir, Urdin û Iraqê wê sibe li Qahîrayê bicivin
12 cotmeh, 2020   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî got, civîna sêalî ya Misir, Urdin û Iraq sibe di çarçoveya geşkirin û aktîfkirina aliyên hevkarî yên her sê dewletan de li dar dikeve.

Li gorî rojnameya Youm7, Şukrî diyar kir ku bi rêya komîteya bilidn a dawîn di navbera her sê dewletan de ya li Urdinê pêk hatiye li ser aktîfkirina berjewendiyên wan dewletan lihevkirin çêbû.

Şukrî destnîşan kir ku dê sibe behsa gelek dozên girêdayî herêmê, astengiyên li pêşberî her sê dewletan û hevkariya di navbera wan bên kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên duh gihaşt Qahîrayê. Tê payîn ku serdan 3 rojan bidome.

(fr)