13’ê Cotmehê û bîranînên li du xwe hiştî

Em di bin bandora her tiştê ku em bûne şahidê wê de jiyana xwe didomînin. Heta hinek caran kel û pêlên pê re jî heçku naxwazin şopên wan deman ji bîra mirov bibin. Bo nimûne tu nikarî perçeyên cilên peritî û bedenê parçeyên şarapnelan hincirandî têne bîra te. Tu dikî nakî nikarî dewxa xwîna bi makîneya fotografan ve windabûyî paqij bikî… Heke pak bikî jî jê naçe.

13’ê Cotmehê û bîranînên li du xwe hiştî
12 cotmeh, 2020   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN- ROJBÎN EKÎN      

Wênegirekî şer dibêje “Çi tiştê li ber singa şerî li we diqewime bê navgîn e. Ev dîmena êş û jana giran, bêdadî û keserê ye. Xwezî her kesî bi çavên serê xwe bidîta ka fosfora spî çi bi rûyê zarokekî dike, tenê guleyek êşeke çawa bi canê mirov re çêdike û gava topek tawanê li mirovekî bikeve û lingên wî jê biqetîne kuleke çawa ye. Heke her kesî hema carekê tenê ev êş û jan bidîta, dê têbigîhîşta ku tu tişt ne hêja ye bo kuştina canekê heta bi hezaran canî.”  

Lê xwezî bêyî van êş û kulan jî her kesî hay ji malkambaxiyan şer û cengan bûbûya… 

Hêza bîra mirov û jibîrnekirin...

Salek bi ser de çû. Te dî gotinek heye, ‘dem her tiştî çê dike, an jî ji bîr dibe’ lê ev gotin di rastiya xwe de tenê xweziyek e. An jî mirov xwe ji bo jibîrkirinê han dide. Hêza bîra mirov zora demê dibe; ez êdî ji vê yekê bawer dikim. Ev wê jîrahiyê bawer dikim ew a di navber robarî û siberojê de bi cih dibe, di navbera herduyan tê û diçe, wê dema wan kêlîkên qeydkirinê radigire; ew a di nav îro û aniha de hiltê. Jibîrnekirin her tiştekî çawa be Ew heta dawiya emrê me bi me re digere. Em bi bîra xwe ve hene. Ji ber hindê divê mirov ji bîr neke. Her çendî ew kêlîka nejibîr êşeke bêtarîf bi mirov bide kişandin jî; dîsa divê neyê jibîrkirin. Giring e mirov hînî jiyana bi wê re bibe. Çimkî jibîrnekirin ji bo kesên dibên qey ‘dem ji bîra mirov dibe’ bibe dersek ku rojekê teqez dê hesab bête pirsîn.          

...

ŞOPÊN ŞER

13’ê Cotmeha 2019ê… Roja pêncan bû dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe anîbûn ser Bakur Rojhilatê Sûriyê/Rojavayê Kurdistanê. Paytexta Mîtanîyên pêşiyên kurdan Waşokanî, bi navê xwe yê îro Serêkaniyê ji 9’ê Cotmehê pê de ji bo dagerkeriyê bûbû hedef. Bajar ji esmanî û erdê ve bi destê artêşa çaremîn a mezin a NATO’yê ve dihate hingaftin. Birek mirovên bi dilqê ‘dewaran’ di destê wan de şûr, sondxwariyê serê mirovan ji bo talan, dizî û wêrankariyê ketibû rê û di ser erdê re dihatin.    

Di hedefa dagirkirinê de Serêkaniyê û Girê Spî bûn lê ew herdu bajar tenê nedihatim bombekirin; hemû bajarên ber sînorên Tirkiyeyê ji sertapê bi topên hawênan, bi balafiran, bi dronan dihatin lêdan. Ji Qamişlo heta Kobanê ji her derê Tirkiyê bombe dikir behs û xeberên kuştinê dihatin. Mirovên ji şer direviyan; jin û zarok… heçî dest û milê wî diqetiya, heçî zarokan çavên wan kor dibûn. Heçî zarokan bi fosforê hemû laşê wan dişewitî… 

Mirovan çend per û pertalên xwe hildidan mila xwe û heta ji wan dihat ji deverên pevçûn lê hene bi dûr diketin. 

Qet hewceyî bi tu gotinê nebû, ji bo mirov fam bike ka ew çi hest dikin hema mirovî li çavên wan binêrta bes bû. Bêçaretî û tirs… Ku mirov ji çavên zarokekî tenê tirs û neçariyê bixwîne, şert û fihêtiya herî mezin a vê dinyayê ye. Ev ji bo kesên bûne ser û sebeba şerî jî webala herî giran e. Bi şer û pevçûnê tunekirina aştîxwazan, biratîxwazan, gav bi gav pêlêkirin û di ser termê jin û zarokan de pêşveçûn serkeftin nebû û tu car jî nabe serkeftin.  

‘SERÊKANİYÊ NEKET...’

Serêkaniyê hê jî bi xweragirî ber xwe dida. Bi çekên sivik ên ferdî li dijî hêzeke hov ya bi çekên giran, mîna şêr û pilingan berevaniya zarokên bajêr, berxwedêrên bajêr dikirin. 

Ew kesên dijî kuştinê jiyanê diparêzin bawerî bi berxwedanê heye. Şer çend mezin be jî wan hêvî heye ku berxwedan dê rengê şerî biguherîne, di demên herî dijwar de hêviyek di dilî de geş dibe. Ev zarokên wan dayikan in, ku di reş tariya şerî de zarokan rizgar dikin, rûyê wan bi ken dixin, ew zarokên berxwedanê ne. Heta ku ew hebin û ew ber xwe bidin wan dayikan dê tu car xwe bêkes û bê pişt his nekirana. Çimkî ji bo wan stargeheke ewle tenê li ser darê dinyayê hebû, ew jî dilê van zarokên berxwedêr ên bêtirs bû.   

Di 12’ê Cotmehê de çapemeniya MSB û dewleta tirk radigihand ku bajêr ketiye û artêşa wan têketiye navenda bajêr. Ev ne rewşeke neçaverêkirî bû. Ev armanca dawî ya hêzekê ye ku hemû şiyanên xwe sefer dike da ku wî bajarî vegire. Ev tiştekî mimkûn bû… 

Lê mirov di nav rewşeke bi derewê hatiye avakirin de pir li hêviyê ye ku çirûskeke rastiyê biçirûse û hêviya xwe bide mirov. 

…Û rojnameger Ersin Çaksu ji 9’ê Cotmehê ve li navenda Serêkaniyê rewşa şer dişopand êvarî saet 21:00’ê ragihand ku li navenda bajêr hê jî kontrolo di bin destê şervanên azadiyê de ye.

Rojên paştir û saetên paştir êdîgelek kritiktir bûn. Erdogan, li ber NY’ê nexşeya xwe derxistibû, pêşkêşî hêzên navneteweyî kiribû û wna hêzan jî piştgirî lê kiribû, ev nexşeya dagirkeriya gav bi gav bi cih dihat.

...

Lİ DÛ HEQÎQETÊ

Di şer de berî mirovan rastî jî tê kuştin. Kesên piştgiriya rewatiya şerekî neheq û nedadmendane dikin êrişê tînin ser heqîqetê, dixwazin ser rastiyê bipêçin. Belkî jî zalim vî karî ji her karî çêtir dikin. Ji ber vê yekê, ronîkirina rastiyan, şerê herî mezin e. Dibe tu bêyî kuştin an jî endamek ji laşê xwe ji dest bidî. Lê parçeyek ji wêneyê te girtî, an jî dîmenek te bi kameraya xwe hildayî, dibe ku jiyana bi hezaran kesî rizgar bike. Dibe ku ji bo êş û janên wan hişyariyek çêbe û bibe wesîle ku zalim bêne mehkûmkirin.    

Ji ber vê rastiyê wî biryara xwe da û ligel Bîrcanê berê xwe da Serêkaniyê. Em bi rê ketin... Karwanek sîvîlan ji Til Temêrî ber bi Serêkaniyê ve diçû, me xwe da gel wan.

Di nav vî karwanê sîvîl de ji bo li Serêkaniyê piştgiriya berxwedanê bikin zarok jî hebûn, dayik û bavên berxwedêran jî. Wan dixwest bi me re biaxivin, dixwest rastiyê biqîrin û dixwest em deng û hawara wan bigihînin dinyayê. Me kamerayên wan vêxistin û me tew navê yekî jî nepirsî… Ew axivîn û me jî qeyd kir.   

 “Gelo wan çi ji me dixwest? Amerîka dibêje “Çawa mafên mirovan, wisa mafên sewalan jî hene.” M abi qasî heywanan jî qedrê me nîn e? Em jî mirov in mirov! Bila Erdogan bela xwe ji me veke. Em kurd in, ka em çi bikim Xwedê em kurd dane dinyayê. Qey em birevin, ji vî welatî koç bikin? Xwedê ji wan re nehêle, xwedê ji dijminan re nehêle. Hemû pîs û bênamûs in. Me balafir nîn in, lewma Amerîka ji me hez nake. Lê em ji daxwazên xwe paşve gav naavêjin. Em ê li pişt YPG û YPJ’ê bin, em ê bi şervanên xwe re bin. Bila netirsin, em tev dê çekan rakin. Em hev perwerde kirine.”  

Ev gotinên ji devê jinekê derketibûn, me navê wê jî nepirsî, hema me berê kameraya xwe da ser û wê jî devê tûrê xwe yê kul û keseran wisa bi me re vekir… 

Piştre me careke din ew jinik nedît. Lê ez tu carê ew hêrs û kula dilê wê ku xwe dabû ser rûyê wê ji bîr nakim û hindî tê bîra min jî ez diricifim.    

DEMA TEQÎNÊ...

Karwan bi awayekî lez û bez diçû pêş. Her ku em nêziktirê bajêr dibûn dengê çekan bilindtir dihate me. Ji her derê dûkêl bilind dibû. Bajarê biratiyê, êdî bubû bajarê şer û pevçûnan. Di karwanê hawariyan de pêkhateyên bajêr ên pêkvejiyan ji xwe re neqandî wekî; Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan xelk hebûn û ew ê bo cara dawîn biçûna vî bajarî. Balefirên bêmirov li ezmanê bajêr mîna mozan digerîyan.  

Em li navenda bajêr bûn. Dayik bi tîlîlî, dirûşm û çepikan ji siwareyên xwe peyar bûn. Tu dibêjî qey serkeftineke mezin bi dest xwe ve anîne hatibûn li ser erda xwe û ji wêrekî wêne digirtin. Tilîkên serfiraziyê li bala bûn û mirovan hev hembêz dikir…

Ev demên kêfxweşiyê çend deqe zêde nekişandin. Piştî wê bêdengiya mirinê, laşê parçe parçebûyî yên mirovan û birîndarên nav xwînê gevizîn dinalîyan… 

Ew kêlîk, di hişê kesên ne li wir bûne de tenê nûçeyek weha heye; 13’ê Cotmehê sala 2019’ê karwaneke sîvîlên di hawara şer çûne hatiye bombekirin û di nav de rojnameger jî 11 kes bûne qurbanî û 74 kes jî birîndar bûne. 

Lê belê ev dîmen, ji bo kesên li wê derê bûn û bûne şahidê vê reşkujiyê tu car ev nûçe tenê nîn e. Ji bo wan ‘bîranîneke reş e ku nikarin bi zar ve bikin’. Ez ê bikaribin jan û kula wê demê, ya wan mirovan yeko yeko bînin ser pênûsê û li qelem dim, lê ez tiştekî dizanim, ji bo wan kula ser kulê ji vê reşkujiyê bêhtir bêdengiya dinyayê ye, çima dinyayê xwe li ber wehşeteke wisa ker û kor û lal kir, di çavên wan de ev pirs mabû hilawîstî…

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pNLbsEMYE2k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>