Li Reqayê Mîhrîcana Stranên Folklorî dest pê kir

Li Reqayê, Mîhrîcana Stranên Folklorî bi beşdarbûna gelek komên stranan dest pê kir.

Li Reqayê Mîhrîcana Stranên Folklorî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Stranên Folklorî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Stranên Folklorî dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Stranên Folklorî dest pê kir
12 cotmeh, 2020   17:59
REQA

Mîhrîcana Stranên Folklorî ji aliyê Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê ve bi diruşmeya "Bajarê Reqayê hêviyek nûjen dibe ye" li qada mîhîrcana bazergeriyê hatiye lidarxistin.

Hejmareke mezin a şêniyan, hunermend, rewşenbîr û helbestvan beşdarî mîhrîcanê bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê Fîras Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir.

Piştre koma hunera gelerî ya Reqayê ya stranan û koma Botan a Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê û koma şano ya zarokên Reqayê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Mîhrîcan dê 5 rojan dewam bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wVfOLr4rM7A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>