Ermenistan: Azerbaycan li gorî agirbestê tevnagere

Wezîrê Karê Derve yê Ermenistanê got, Azerbaycan li gorî agirbestê tevnagere, cihên aktîf û taxên sivîlan ên li Qerebaxê dike hedef. Her wiha ragihand ku çalakiya Tirkiyê ya veguhestina çeteyan ber bi Qerebaxê ve qada terorê berfireh dike û rewşa li Kafkasyayê xirab dike."

Ermenistan: Azerbaycan li gorî agirbestê tevnagere
12 cotmeh, 2020   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Zohrab Natsakyanian got: "Çalakiya Tirkiyê ya şandina terorîstan û piştgiriya Azerbaycanê bi tu awayî nayê qebulkirin."

Natsakyanian di kongreyeke çapemeniyê ligel hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskow a paytextê Rûsyayê got: "Anîna çete û terorîstên ji Sûriyê û Lîbyayê ji bo piştgiriya hêzên Azerbaycanê dê dibe sedema berfirhebûna qada terorê û xirabkirina rewşa li bakurê Kafkasyayê."

Natsakyanian diyar kir ku, Azerbaycan deverên aktîv û girîng û taxên niştecihan ên li Qerebaxê dike hedef û got: "Aliyê Azerbaycanê li gorî agirbestê tevangere."

Natsakyanian kiryarên Azerbaycanê şermezar kirin û bang lê kir  ku hemû provokasyon û kiryarên xwe rawestîne da ku aloziya li Qerebaxê çareser bibe û got: "Divê ji bo rawestandina van kiryaran û paqijkirina xakê ji terorîstan garantî werin dayîn."

Sergy Lavrov, girîngiya pêkanîna agirbestê destnîşan kir û bi "Girîng û sereke" bi nav kir.

Ermenisatn û Azerbaycanê bi navbeykariya Rûsyayê, sibeha 10'ê Cotmehê agirbest ragihand.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar agirbest red kir û got: "Wê operasyon nesekinin."