Şêniyên Şengalê: Em peymana Iraqê-Başûrê Kurdistanê red dikin

Şêniyên herêma Şengalê peymana di navbera hikumeta Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê red kirin.

Şêniyên Şengalê: Em peymana Iraqê-Başûrê Kurdistanê red dikin
12 cotmeh, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN- MIHEMED  EKINCI

Hikumeta Iraqê  û hikumeta herêma Kurdistanê 9`ê Cotmehê têkildarî rewşa Şengalê peymanek ragihandin û bi"dîrokî" wesif kirin. Lê her du aliyan rewşa gelê Şengalê û komkujiya 2014`an ku çeteyên DAIŞ`ê pêk anî û di encamê de artêşa Iraqê û hêzên pêşmergehan parastina herêmê nekirin, di ber çavan re derbas nekirin.

Îro û piştî 6 salan ku rewşa ewlehiyê û rêvebirinê bi saya YBŞ, Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê û Asayişa Êzidiyan aram e. Hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê der barê birêvebirina herêmê li hev kirin û şêniyên Şengalê ev peymana ku li nêrînên gel guhdarî nekiriye, red dikin û ji bo mafên êzidiyan wekî sûcekî dibînin.

Duh pêkhateyên Şengalê, Sina, Şîa û Êzidî li naverasta bajêr daketin qadan, sloganên" Na ji peymanên nûnertiya gelê Şengalê nake re." berz kirin.

Di vê der barê de Nûnerê Eşîra Êzidiyan Seîd Hemo ku ew jî beşdarî meşê bûbû, axivî û got ku ev peyman karîsteke, ji ber beriya niha jî di 2014`an de li dijî gelê Şengalê komkujî pêk hat û tişta îro diqewime li ser hesabên gelê Şengalê ye.

Seîd Hemo di berdewamiya gotina xwe de bi lêv kir ku ew vê peymanê red dikin, ji ber xizmeta herêmê nake û dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêmê kirin, ne artêşa Iraqê û ne jî hêzên pêşmergeyan parastina herêmê kirin û gelê Şengalê bi barê parastinê rabûn.

Seîd Hemo ev  yek li gotina xwe zêde kir:"Miletên Şengelê vê peymanê red dikin, ne dûr e ku destên Tirkiyê jî di vê peymanê de hebe, ji ber domdar êrişî Şengalê dike. Tirkiye bi hinceta hebûna Partiya Karkerê Kurdistanê jiyana Êzidiyan dixe xeteriyê û di encamê de ev peyman nakeve xizmeta gel de."

Li aliyekî din jî Elî Hisên jî axivî û got ku dema pêşmergeyan dev ji Şengalê berdan û li hemberî DAIŞ`ê şer nekirin, êzidî rastî hovîtrîn sûcên qetilkirinê hatin, heta niha bi hezaran êzidî wendayî ne û bi vegera pêşmergeyan dê rewş ne aram be.

Elî Hisên di dawiyê axatina xwe de peyman şermezar kir û diyar kir ku ew ê vê peymanê qebûl nekin, ji ber beyî îradeya wan hatiye îmzekirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m17Mdducf7E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>