Ermenekî ji Qamişloyê Belkonyan: Dewleta Tirk dewleteke terorê ye

Ermenê ji Qamişloyê Xaçik Armenak Belkonyan têkildarî şerê Ermenistan û Azerbêcanê got “Dewleta Tirk  a dagirker bi kirinên xwe nûnertiya terorîzmê dike.”

Ermenekî ji Qamişloyê Belkonyan: Dewleta Tirk dewleteke terorê ye
12 cotmeh, 2020   09:18
QAMIŞLO- MEHMET EKÎNCÎ

Xaçik Armenak Belkonyan li herêma pîşesaziyê ya Qamişloyê hostayê tornayê ye û û malbata wî di dema Komkujiya Ermenan a sala 1915’an de hatiye Qamişloyê. Belkonyan têkildarî şerê ku dewleta Tirk li dijî Ermenistanê daye destpêkirin, got: “Azerbêcan bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gelan polîtîkaya qirkirinê ya Osmaniyan dimeşîne.” 

Belkonyan bertek nîşanî êrişên li ser Qerebaxê da û diyar kir ku piştî 100 salan hewl didin bi destê Azerbêcanê komkujiyeke nû ya Ermenan pêk bînin.

‘HEZAR SAL E EM LI HERÊMÊ DIJÎN’

Belkonyan daxuyaniyên Fransa û Rûsyayê yên ku dewleta Tirk komên çete dişîne herêma Qerebaxê bi bîr xistin û got: “Hezar sal e em li herêma Nagorna Qerebaxê dijîn. Dema ku em li wê herêmê bûn, ew hêzên dagirker ku niha dibêjin ew herêm a me ye, tu tiştekî wan li wê derê tune bû. Bi salan e em ji wê derê re dibêjin Arsax jî. Hin derdor dibêjin ew ya Azerbêcanê ye lê ne rast e. Gelê herêmê ji sedî 80-90 Ermen e. Di sala 1988’an de vê herêmê da ku serxwebûna xwe hilde, serî hilda û di sala 1991’an de xweseriya xwe îlan kir. Di van 30 salên dawîn de Azerbêcanê gelek caran ji bo ku vê herêmê dagir bike, kete nava hewldanan.”

Belkonyan îşaret bi dijminahiya dewleta Tirk a ji gelê Ermen re kir û diyar kir ku AKP dixwaze heman xetê bidomîne.

Armenak Belkonyan wiha pê de çû: “Wek gelê Ermen em her tim aştiyê dixwazin. Em bi kê re jî bijîn, heta ku zirarekê nedin me, dê ji me tenê başî û xweşiyê bibinin, lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide feraseta xwe ya nîjadperest di nava gel de biçîne. Tu ji kîjan gelî bî jî, ferq nake, li hemberî te olperestî û nîjadperestiyê dikin. Bi salan ol ji xwe re kirin alav û gelek komkujiî pêk anîn. Di serî de bi cudahiyên olî, piştre jî bi nîjadperestiyê hewl dan gelan parçe bikin. Ol û mezheba te heman be jî heta ku tu ji neteweya wan nebî, li hemberî te cudakariyê dikin. Ev feraseteke bi sedan salan e.”

Belkonyan diyar kir ku dixwazin gaza xwezayî ji herêna Qerebaxê veguhêzin herêmên din û destnîşan kir ku ji bo vê yekê destekê didin Azerbêcanê û rahênan leşkerî yên di demên dawîn de jî ji bo vê bûn.

‘DIXWAZIN KOMKUJIYA ERMENAN BIDOMÎNIN’

Xaçik Armenak Belkonyan wiha aivî: “Armanca wan bi tenê Qerebax nîn e, dixwazin gelê Ermen ji nû ve qir bikin. Dixwazin komkujya beriya 100 salan ji aliyê Osmaniyan ve pêk hat, îro dubare bikin. Di dîrokê de jî nîjada xwe ji Ermen, Aşûr, elewî, êzidî, Kurd û hema kîjan ol an jî nîjad be, jê çêtir dîtin. Ji bo vê jî guherandina demografiyê û komkujî pêk anîn. Em amade ne li hemberî van êrişan welatê xwe biparêzin.”

Belkonyan diyar kir ku gelê Ermen ji gelên kevnar ê herêmê ye û got: “Em bi hezaran salan ve li ser vê xakê ne. Dema ku êriş çêbû, heke di destê me de çek tune bin jî, em dizanin bi keviran jî xwe biparêzin. Em ne heyranên şer in lê dema ku êrişek çêbû, em her tim amade ne ku li ber xwe bidin. Dîroka me ya li herêmê xuya ye û em ê xak û gelê xwe biparêzin.”

 ‘EM AMADE NE ŞER BIKIN Û LI BER XWE BIDIN’

Belkonyan bal kişand ser daxuyaniyên Ermenistanê û diyar kir ku gelê herêmê dikare li ber xwe bide û wiha lê zêde kir: “Şerên îro bi rêya komên çete yên paramîlîter û terorîstan nayên qezenckirin. Keseke/î xwedî bawerî û pabendî welatê xwe dikare li hemberî bi sedan kesan bisekine. Hema bila ji Tirkiye û Sûriyê komên çete bibin herêmê. Herêma Qerebaxê naşibe Heleb an jî Dêrazorê ku şerê kolanan lê çêbe. Li hemberî wan leşkerên sondxwarî yên artêşa Ermenistanê hene. Nikarin bi çekên giran bi ser bikevin. Gelê me jî amade ye ji bo xaka xwe şer bike. Em jî bi gelê xwe re ne.”

Belkonyan diyar kir ku gelek dewletên ku qaşo demokrasî û mafên mirovan ji xwe re kirine destûr, li gorî wê tev nagerin û got: “Dema ku berjewendiyên wan hebin, dengê wan jî kêm dibe. Heke li dijî berjewenidyan tiştek hebe, dengên wan bilind dibe. Gelê me yê li Qerebaxê dixwaze azad bijî. Lê heta niha tu dewletan statuya wan qebûl nekir. Vê jî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî (petrol û gaza xwezayî dikin.”

‘DEWLETA TIRK NÛNERTIYA TERORÎZMÊ DIKE’

Xaçik Armenak Belkonyan îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên xwe nûnertiya terorîzmê dike û bal kişand ser bêdengiya li hember êrişên li ser gelê Ermen û got: “Cîhan tev jî dibîne ku dewleta Tirk dewleteke terorê ye. 2 dewlet bi komên çeteyan re êrişî herêmekê dikin ku 150 hezar mirov lê dijîn lê belê ji tu dewlet an jî hêzeke navneteweyî bertek dernakeve.”

Di dawiyê de Belkonyan bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî vê siyaseta xeternak a li dijî gelê Ermen bisekinin û diyar kir ku heke zû mudaxele lê bê kiribn dê ev xetere jî pir mezin nebe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6X_AuKHw8ok" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>