'Divê gelê herêmê li hemberî komployên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekinin'

Şêniyên bajarê Minbicê û navçeya Eyn Îsa bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bibin yek û ji fîtneya ku dewleta Tirk a dagirker belav dike, dûr bikevin.

'Divê gelê herêmê li hemberî komployên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekinin'
12 cotmeh, 2020   08:50
KOBANÊ-NÎHAD KARO

Dewleta Tirk bi rêya ajanên xwe yên çete, hewl dide fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser de belav bike.

Têkildarî mijarê şêniyên bajarê Minbicê û navçeya Eyn Îsayê li herêma Firatê di meşa ku li Parka Serok a li nêzî pira Qereqozaq di 10`ê Cotmehê de li dar ketiye bûne, nêrînên xwe ji ANHA`yê re parve kirin.

Şêniyê bi navê Ehmed Salih ji şêniyên bajarê Minbicê ye bang li gelên herêmê li Bakurê Sûriyê kir ku li hemberî komploya ku dewleta Tirk li dijî herêmê plan dike, bibin yek û got: “Ez bi biratiya di nava gel de kêfxweş im. Bi saya hêzên ewlehiyê aramî li herêmê peyda dibe.”

Şêniyê ji navçeya Sirînê û hevserokê şaredariya wê Mistefa Muslim got: “Hêzên derve nikarîn projeya xwe ya taîfî li herêmê bidim meşadin û nikarîn pêkhateyên herêmê ji hev bikin. Ev jî vedigere yekitiya gelê herêmê bi tevahiya pêkhateyên xwe ji Ereb û Kurd. Pêkhateyên herêmê bi hev re, ji bo hebûnê şer kir û bi saya yekitiya xwe û hêzên xwe yên leheng çeteyên terorîst tune kirin.”

Mistefa Muslim wiha domand: “Gotegotên ku dibêjin gelên herêmê li hev parçe bûne ne rast in. Em di xwişktirîn erdnîgariya cîhanê li Sûriyê dijîn û ewlehî û aramî heye. Dewleta Tirk wê nikare yekitiya me parçe bike.”

Şêniyê bi navê Îbrahîm Ehmed ê ji navçeya Eyn Îsayê da zanîn ku li Bakurê Sûriyê ew yek in, dewleta Tirk a dagirker bi sedan ciwan qetil kirin  û wiha dewam kir: "Em tu carî qebûl nakin ku axa me heta dawiyê dagir bike. Em ê bi yekitiya xwe li hemberî komployên navneteweyî bisekinin.”

Ehmed di dawiya gotinên xwe de banga hevgirtinê û berxwedana li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker kir.

Şêniya bi navê Xana Beko ya ji gundewarê bajarê Minbicê kêfxweşiya xwe ji hevgirtina gelên herêmên Rêveberiya Xweser rave kir û destnîşan kir ku ew ev yek bi saya rêber Abdullah Ocalan ê ku fikr û felsefeya wî û projeya neteweya demokratîk e û wiha domand: "Bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya ku ewlehî li herêmê peyda kir, em hevgirtina niştîmanî ya li herêmê dibînin. Divê gelên herêmê layîqî fedekariyên van hêzên leheng bin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CMSZieSf2jc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>