Sîham Dawûd: Divê Tirkiyê û çeteyên wê ji ber suîqastkirina Hevrîn Xelef werin darizandin

Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd banga darizandin sûcdarên ku Hevrîn Xelef suîqast kirine, kir. Sîham Dawûd piştrst kir ku partî hewl dide ku dosyaya Hevrîn Xelef rake dadgehên navneteweyî û dadgeha mafên mirovan a ewropayê û diyar kir ku hedefgirtina jinên siyasetmedar dûrxistina jinan ji xebata siyasî ye.

Sîham Dawûd: Divê Tirkiyê û çeteyên wê ji ber suîqastkirina Hevrîn Xelef werin darizandin
12 cotmeh, 2020   01:32
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

12’yê Cotmehê salvegera yekemîn a ragihandina şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef e. Hevrîn Xelef tevî ajokarê xwe Ferhad Remedan dema ji bajarê Hesekê diçû bajarê Reqayê li ser rêya M4 ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat hedefkirin.

Êrişa li dijî siyasetmedar Hevrîn Xelef, li gorî madeya 3’yan a ji Ragihandina Cîhanê ya Mafên Mirovan a bi naveroka; "ji her ferdekî/ê re mafên jiyan û azadî heye", binpêkirina mafên jiyanê ye.

Her wiha di benda yekemîn a ji madeya 6’an ji peymana navneteweyî ya taybet bi mafên sivîl û siyasetmedaran de heye ku mafên her mirovekî/ê ya jiyanê heye, divê qanûn parastina vê mafî bike û nabe tu kes bê ser û ber jiyana tu kesî mehrûm bike.

Li aliyekî din jî di peymana Cinêvê ya 4’an a girêdayî parastina kesên sivîl di dema şeran de ya di 12’yê Tebaxa 1949’an de derketiye, li gorî madeya yekemîn divê dewletên binakok li hember vê peymanê rêzdar bin û di tevahî rewşan de kefaleta rêzgirtina wê pêk bînin.

Di madeya 32’yan a ji heman peymanê de hat gotin ku qedexe ye tevahî aliyên bi nakok azarên bedenî yan jî kesên di bin desthilata wê de qir bike. Her wiha di madeya 2’yan a ji peymanê de hat ku siyaseta kuştinê bi tevahî şêwe, di tevahî dem û cihan de qedexe ye. Li gorî madeya 147’an a ji heman peymanê jî qetilkirina bimebest binpêkirin e.

Ji aliyekî din ve jî, rêgezên NY’yê ya taybet bi parastina aktîf darvekirina li derveyî qanûnî bi çi hincetê dibe bila bibe, qedex dike, heta ku dema şer be jî. Her wiha li gorî madeya yekemîn a van rêgezan, divê hikumet tevahî darvekirinên derveyî qanûnî qedexe bikin. Divê hikumet li gorî van qanûnan tev bigere. Heke pêk anîn divê bên cezakirin. Nabe ku hikumet bihaneyê bi rewşên siyasî yên hundirîn an jî çi rewşeke awarte bigire û darvekirinê pêk bîne.

Li gorî naveroka madeya 6’an a pergala Roma ya bingehîn a dadgeha cînayeta navneteweyî ya 1998’an, qetilkirina ferdan bi komî komkujî ye. Her wiha li gorî madeya 7’an de qetilkirina bimebest ji sûcên dermirovî ye.

Girêdayî mijarê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd a li şûna Hevrîn Xelef di kongreya 2’yemîn a partiyê ya 29’ê Tebaxa îsal de hatiye hilbijartin, axivî.

'DAXGAMAYEKE ŞERMÊ LI ENIYA MIROVAHIYÊ YE'

Sîham Dawûd di despêka axaftina xwe de şehîd Hevrîn Xelef û ajokê wê Ferhad Remedan û şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr anîn û got, peyv nikarin agahiya bihîstina wê û hevrêyên partiyê ya şehadeta Hevrîn Xelef bidin derbirînin.

Sîham, şehadeta Hevrîn Xelef bi daxmaya şermê li eniya mirovahiyê ye bi nav kir û got: "Bi gotineke din 9’ê Cotmehê anku destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê jî wekî daxmayaşermê li eniya dîroka mirovahiyê  ye, ber dewleta Tirk a dagirker herêm dagir kir, tevahî cureyên terorê, qetilkirin, tecawîzkirin û koçberkirin pêk hatin. Her wiha heta fisfora spî ya qedexekirî jî bi kar anî.  Piştî salekê ji dagirkirina herêmê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, wan herêman bedewbûn û rengê xwe winda kir. Ew jî di encama kiryar û sûcên li wan herêman pêk tên. Beriya dagirkirinê tevahî rengên etnîka sûrî hebû."

'SEMBOLA AŞTIYÊ'

Sîham Dawûd Hevrîn Xelef bi pêxembera çêkirina aştiyê li Sûriyê wesif kir û got: "Hevrîn Xelef banga avakirina Sûriyeke aştî dikir. Her tim hewl dida ala aştiyê li tevahî Sûriyê li ba be."

Sîham Dawûd da zanîn ku şehîd Hevrîn Xelef yek ji damezrînerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bû. Ji dema wergirtina erka Sekerteriya Giştî û heta kêliya şehadetê de hewl da fikir û hedefên partiyê belav bike û wiha axivî: "Tevahî pêkhateyên Sûriyê û etnîkên wê nexasim herêmên rizgarkirî yên ku di valahiya siyasî de bûn li dora partiyê kom bûn. Ji ber li wan herêman gelek komên çete lê kontrol bûn, ji rejîma Sûriyê, artêşa azad û Cebheta El-Nusra bigire heta bi çeteyên DAIŞ’ê û piştre jî Artêşa Nîştimanî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker."

Sîham Dawûd destnîşan kir ku hedefgirtina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ji bo derbekirina partî û tirsandina gelê li dorê kom bûye ye. Her wiha peyama siyasî ji tevahî jinên siyasetmedar ên cîhanê û siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Ji ber jinên herêmê  ji destpêka şoreşê de xwe bi rêxistin kir, rêxisitinên siyasî û civakî yên taybetiyên xwe ava kirin, erkên pêşengtiyê di dest, rêveberiyên xweser û sivîl de wergirtin. Ji wê zêdetir jî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyên leşkerî û meydanî de xwe sepand û gelek qurbanî di oxira rizgarkirina zayend û welatê xwe de da.

Sîham Dawûd di dirêjahiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Bê gûman hedefgirtina Hevrîn Xelef bandor li tevlêkirina jinên sûrî ya qada siyasî kir. Lê li beramberê wê Hevrîn Xelef bû sembola jina siyasetmedar a azad. Gelek jinên li cîhan û Sûriyê bi Hevrîn Xelef bandor bûn. Xebata Hevrîn Xelef a têkoşerî bû meşele ji tevahî jinên sûrî re."

'DIVÊ TEVAHÎ DENGÊ XWE BIKIN YEK KU SÛCDARAN DARIZÎNIN'

Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd bal kişand ser piştevaniya cîhanî ya bi doza  şehadeta Hevrîn Xelef re axivî û wiha got: "Piştî şehadeta hevrê Hevrîn Xelef gelek dengên piştgiriya bi doza wê re bilind bûn. Bê gûman piştgirî erênî û baş e. Lê belê tenê piştgirî têrê nake. Ji lew re divê dengên kesayetên jin ên serbixwe û rêxistinên navneteweyî yên piştevanî dan doza Hevrîn Xelef bibin yek û bi hemû hêza xwe hewl bidin doza wê rakirin dadgehên navneteweyî da ku sûcdaran darizînin."

Sîham Dawûd piştrast kir ku ew hewl didin doza suîqastkirina Hevrîn Xelef rakin dadgehên navneteweyî û dadgeha mafên mirovan a ewropî.

Sîham Dawûd îşaret pê kir ku dayika Hevrîn Xelef çû Ewropa û hewl da dozê rake dadgeha mafên mirovan a ewropî, lê belê hin tedbîrên dozgerî yên dîtir hene, ew jî rakirina dozê li dadgehên Tirkiyê ye. Heke tu encam derneketin, dê piştre dosyayê rakin dadgeha mafên mirovan a ewropî.

Sîham Dawûd eşkere kir ku ew nikarin dozê li Tirkiyê vekin, ji ber ku ew şirîkê sûca ku çeteyên wê pêk anîne. Lê belê piştrast kir ku gavekê jî bi paş ve naavêjin û dê ked bidin ku sûcdaran muhasebe bikin.

'DÛRXISTINA JINAN JI QADA SIYASÎ DÊ BANDOREKE NEYÊNÎ LI ŞÊWEYÊ JIYAN BIKE'

Sîham Dawûd diyar kir ku jina siyasetmedar nûnertiya vîna civaka azad dike. Ji lew re dûrxistina wê ji qada siyasî dê bandoreke neyênî li şêweyê jiyana civakê bike û wiha berdewam kir: "Gelo li cihê ku jin were paşguhkirin jiyan çawa ye. Bê gûman dê ev civak hilweşe, têkbiçe, bê tecawîzkirin û bê vîna be."

Sîham Dawûd bang li tevahî jinên siyasetmedar kir ku bi hemû hêza xwe bixebitin û têkoşîna ji bo avakirina welatekî azad bidin û wiha axivî: "Nîşaneyên welatekî azad dê jinên sûrî yên çêkerên aştiyê pêk bînin. Ji lew re divê yekitiya xwe li hember tevahî astengiyan geş û xurt bikin."

Sîham Dawûd wiha piştrast kir: "Piştî şehadeta Hevrîn Xelef ez bi berpirsiyariya dîrokî û wijdanî hesîm, ne tenê ji ber ku siyasetmedar im, lê ji ber ez jin im. Ji lew re min kedeke cidî di nava partiyê de da."

Sîham Dawûd diyar kir ku beriya hilbijartina wê ji erka Sekreteriya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê re, di Nivîsgeha Jinan a Navenda Giştî ya Partiyê de dixebit. Sîham Dawûd wiha got: "Erka niha berpirsiyariya dîrokî li ser milê min e ku peyam û armancên Hevrîn Xelef bigihînim armancê."

Sîham Dawûd axaftina xwe bi wesfikirina Hevrîn Xelef bi dawî kir: "Hevfîn welatê ku lê dijîm e û bûye parçeyek ji hûrgiliyên jiyana min a rojane. Ez soz didim ku rêça wê û tevahî jinên di oxira parastina doza welat û gel de canê xwe daye, bişopînin. Ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî ya demokratîk û nenavendî bixebitin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ab1OD48_qsk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>