Bendên peymana Bexda û herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê

Hikumeta Bexda û hikumeta herêma Kurdistanê îro ragihand ku der barê rêvebirina Şengalê de li hev kir, her du aliyan lihevkirin bi "dîrokî" bi nav kir. Her du aliyan nêrîna gelê Şendalê yê di hovantirîn komkujî û sûcên bi destê DAIŞ’ê de derbas bûne negirt. Gelo bendên vê peymanê çi ne?

Bendên peymana Bexda û herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê
11 cotmeh, 2020   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

ANHA'yê, Kopiyeke ji bendên peymana di navbera her duliyan de ya li ser Şengalê ku ji 3 mijaran pêk tê, bi dest xist.

Benda yekemîn, "Rêveberiya hevbeş bi alîkariya hikumeta Bexda û herêma Kurdistanê bê avakirin, rewşa piştî 2017’an bê rakirin."

Benda duyemîn, amadekariyên ewlehî ye, ew jî erkdayîna ewlehî ji polîsên Bexda bi hevkariya herêma Kurdistanê re ye ku jî bi rêya şandina 2 hezar û 500 ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo Şengalê re, her wiha hebûna hêzên ewlehî yên dîtir ku niha li herêmê ne bi dawî bikin.

Tê zanîn ku ji dema rizgarkirina Şengalê de Yekîniyên Berxwedana Şengalê(YBŞ)  yên ji keç û xortên Şengalê hatine avakirin beşdarî erka parastin û rizgarkirinê bûn. Di 2017’an de li ser paşxaneya referendoma binketî ya ku PDK’ê bi serkêşiya Mesûd Barzanî pêk aniye, hêzên Heşd El-Şebî parçeyek jê qut kir. Di wê referendomê de herêma Kurdistanê gelek xakên di bin serweriya wê ji dest da, piştî hêzên Bexda û Heşd El-Şebî kontrol kir.

Benda sêyemîn girêdayî mijara xizmetguzarî ye, ew jî bi alîkariya her du aliyên pêk tê. Da ku bajarê ku bi zêdetirî ji sedî 80 bi sedema dagirkirina DAIŞ’ê wêran bûye, ava bikin.

Ji bo bersivdana li ser vê peymanê ku tê de nêrîna gelê Şengalê di rêvebirina herêm û parastina wê de nehatiye girtin, îro şêniyên parêzgeha Şengalê bi xwepêşandaneke girseyî daketin qadan. Da ku tu biryarên rêvebirina herêmê ji derveyî vîna gelê wê bên dayîn red bikin. Piştre daxuyaniyek da û tê de du şertên bingehîn ji bo qebûlkirina peymanê dan û wiha ne:

1- Divê şêniyên Şengalê di dayîna çi biryarên girêdayî rêveberiyê werin beşdarkirin. Divê rêveberiya ku di dema pêş de were hilbijartin ji şêniyên Şengal be.

2-Komîteya lêkolîn û şêwrê bi beşdariya aktîf ji şêniyên bajêr, ya girêdayî Şengalê were avakirin.

Şengal a ku dikeve bakurê rojavayê Iraqê di 2014’an de rastî êrişeke tund a çeteyên DAIŞ’ê hat, bi wê êrişê re sûcên qetilkirin, revandina jinan, wêrankirina herêmê pêk hat.  Hêzên Iraqê jî ya ku xwe rewa dibîne wê demê şêniyên Şengalê hiştin li beramberî hovîtiya DAIŞ’ê bin.

(fr)

ANHA