Kongreya Star şehîd Hevrîn Xelef û dayika Eqîde bi bîr anîn

Koordînasyona Kongreya Star şehîd Hevrîn Xelef û dayika Eqîde bi bîr anîn û bang li jinên cihanê kir ku li hemberî êrişên hovane û bê bext bisekinin û ji bo azadiyê helwesteke dîrokî bigirin.

Kongreya Star şehîd Hevrîn Xelef û dayika Eqîde bi bîr anîn
12 cotmeh, 2020   03:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef û dayika Eqîde daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 9'ê Cotmeha 2019'ê de, êriş û planên dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê ya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  dabû destpêkirin, hîn ta roja îro  jî berdewam dike û ji bo sîstema netewa demokratîk ji holê rabike bi dijwarî hemû xwînxariya xwe didomîne û bi rêya şerê taybet ve êrişên xwe dide meşandin.

Di salvegera şehadeta hevala Hevrîn û Dayê Aqide de, em hemû şehîdên Serêkaniyê  bi rêzdarî bibîrtînin û bi dilsoziya xwe ya ji bo  têghiştina û pêkanîna azadiya şoreşa gelên demokratîk , bê navber didomînin. Berxwedanî û hêza jinên şoreşger û berxwedêr wê hertim  berdewam e . Tola şehîdên azadî  û ji bo wekheviya civakê têkoşiyan, tu carî nayê jibîrkirin û her zindîne di dilê me de dijîn . Em ê bi hezaran li ser xeta wan ya ideolojiya azadî  û demokrasiyê bi şopînin û hemû xewin û xeyalên wan bi cih bînin . 

Di 12'ê Cotmeha 2019' ê de, Sekreterya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê hevala Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirkiyê ve  hedef hate girtin û hate şehîdxistin. Wek pêşeng rêveberî kir,  ji bo  avakirina  civakek demokratîk ku hemû pêkhate bi hev re jiyan bikin, her jiyana xwe kire xizmetê  ji bo pêkanîna  projeya neteweya demokratîk û avakirina civakek wekhef. Bi salan ji bo bidetxistina azadiyê, xebatên giranbûha da meşandin. Her wiha ji bo  azadiya civaka xwe jî di gelek kar û xebatên rêveberiyê de bi fedekarî, cihê xwe girt. Herî dawî jî dema ku li ser kar û erka xwe bû ji aliyê dijminê hovane,  bi êrîşeke sûyîqas ve hate şehîdxistin.

Di heman demê de, Erdogan ji bo  pêkanîna berjewendiyên xwe yên kesayetî û desthilatdariya xwe wende neke û domdar bike di şerê Serêkaniyê de komkujî li dijî sivîlan pêk anî. Mirovên sivîl û daykên  ku xwestin pêşîya dagirkirinê bigrin yek ji wan dayikan jî dayê Aqîde bû, ku di oxira parastina welatê xwe de canê xwe da û ji aliyê dijmin ve hate şehîdxistin. Erdogan ji bo vegera xeyalên împrtoriya Osmanlî bi  hemû şêwazên faşîst û kiryarên qirêj bi kar tîne . Ev rewş û pêvajoya herî dawiyî, têkçûna Erdogan îfade dike. Ji bo wê jî beriya ku biçe hemû rêbazên talankirin û tunekirinê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne

Em wek Kongreya Star ev komkujiya hovane û diji mirovahiyê ya ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û  bi taybet   jinên azadixwaz, şoreşger û mîlîtanan  rêxistinên jinan   ku hedef digirin; em van sûcên şer û kiryarên  qirêj yên deweleta Tirk û hevkarên wê  bi awayeke tund  şermezar dikin. Bi  heman şêwaz herî dawî li Kobanê li ser her sê hevalên me yên jin "daye Emîne, Zehra û Hebûn dan meşandin û komkujî pêk anîn. Ev komkujî polîtîkayên qirikirin  pêşengtiya şoreşa jinên Rojava îfade dike.

Ev yek tu caran wê moralê me nexîne û îrada û vîna me neşikêne lê berovajî wê em ê asta  berxwedanî û têkoşîna azadiya xwe bilindtir bikin û xwedîderketina li doza rêhevalên xwe yên şehîd, em ê tola şehîdên têkoşîna azadiyê hilînin û bibine şopdarê rêya wan da ku daxwazên wan ên azadiyê pêk bînin û mezintir bikin. Ronahî û agirê Şoreşa azadiyê wê her tim zindî be û tucaran venemire.

 Em wek Kongreya Star ev êrişa dijmin a li ser hevala Hevrîn û daya Eqîde  bi dijwarî şermezar dikin û helwesta xwe bi awayeke tundî li hemberî hemû hêzên dagirker û raya giştî didin xuyakirin. Pêwîste hemû tevgerên  jinan li seranserî cihanê  û hemû gelên  têkoşer  û azadîxwaz li hemberî vê êrişa bêbext û dijwar, sekineke dîrokî bidin  diyar bikin  û helwesta xwe yên têkoşîn û azadiyê bikin yek.

Her wiha bêdengiya rêxistin û saziyên navnetewî û hiqûqî rexne dikin û dibêjinn bê dengiya we tê wateya hevkariya we ji bo pêkanîna van sûcên şer û kiryarên qirêj e. Gerek ev sûc werin şopandin û hesabekî nanetewî were xestin û edalet bi cih wereû ev dagirkerî  li ser herîmê me di dawî bibe . Sazî û rêxistinên mirovahî bi erkê xwe yê mirovahî rabe bi rengekî lezgîn jiber xeteriyên dewleta Tirk û hevkarên wê hîn berdewame û xwe berferh tir dike."

ANHA