Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir

Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî ya Wêjeyî li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir
Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir
Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir
Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir
Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir
Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir
Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir
Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir
11 cotmeh, 2020   19:03
QAMIŞLO

Mîhrîcan ji bo bîranîna helbestvan Osman Sebrî bi diruşmeya "Bi wêjeyê em pêş dikevin" ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin. Gelek wêjevan û rewşenbîrên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Cîgira Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ronahî Hesen bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Bi tevlêbûna mezin a bi nirx a nivîskar, rewşenbîr û helbestvanên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbilind in."

Rewşenbîr Dîlawer Zinkî yê ku wekî mêvan beşdarî mîhrîcanê bibû, mîhrîcan li hemû nivîskar, rewşenbîr û beşaran pîroz kir û li ser jiyana helbestvan Osman Sebrî axivî.î

Piştre sinvîzyoneke li ser jiyana Osman Sebrî hate pêşandan û ji aliyê Koma Serêkaniyê ve stran hatin gotin.

Di dawiyê de navê kesên di pêşbirka mîhrîcanê ya sala 2019-2020'an de serkeftin, hatin eşkerekirin û xelat li wan hatin belavkirin.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li sala borî l iser Serêkaniyê belavkirina xelatên mîhrîcanê yên sala 2019'an hate paşxistin.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, dê çalakiyên îsal a mîhrîcanê, tênê bi lidarxistina pêşbireke wêjeyî (Helbest, çîrok, nivîs) bi zimanên kurdî, erebî û suryanî sînor be.

ANHA