Lêkolîner û zanyar David Graeber li Qamişlo hat bibîranîn

Zanyar David Graeber di salvegera yekemîn a wefata xwe de li yarîgeha Zanîngeha Rojava ya Qamişlo hate bibîranîn.

Lêkolîner û zanyar David Graeber li Qamişlo hat bibîranîn
Lêkolîner û zanyar David Graeber li Qamişlo hat bibîranîn
Lêkolîner û zanyar David Graeber li Qamişlo hat bibîranîn
Lêkolîner û zanyar David Graeber li Qamişlo hat bibîranîn
Lêkolîner û zanyar David Graeber li Qamişlo hat bibîranîn
Lêkolîner û zanyar David Graeber li Qamişlo hat bibîranîn
Lêkolîner û zanyar David Graeber li Qamişlo hat bibîranîn
11 cotmeh, 2020   18:54
QAMIŞLO

Di merasîma bîranînê de, hejmarek ji hevrêyên David Graeber, endama Serokatiya PYD’ê Foze Yûsif, hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê û Talet Yûnis, nûnerên ji saziyên civaka sivîl û endamên meclisa herêmî ya kantona Qamişlo amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre kurtefîlmek li ser jiyana David Graeber û rêwîtiya têkoşîna wî ya bi zimanên ingilîzî û kurdî hat pêşandan. Dûvre Endama Serokatiya PYD’ê Foze Yûsif têkoşîna David Graeber a ji bo rêber Ocalan, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dabeşkirina fikr û nêrînên wî, silav kir.

Foze Yûsif wiha got: "Îro hevrêyekî pir biha û ji rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd re wefedar bû bi bîr tînin. Ji bo jin, şoreşa Rojava bi fikir û nêrînên xwe tê koşiya, li hember hêza desthilat sekinî, zulma li dijî gelê Kurd red kir, ew jî zanyar û fîlozof David Graeber e."

Foze Yûsif diyar kir ku kesayeta David Graeber, kesayetekî bi hêz, bi fikr, nadir re û kesayeta xwe di xizmeta mirovahî û jinê bi kar anî. Ji bo berjewendiya xwe ya şexsî bi kar neanî. Di salên borî de 2 caran serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Ji nêz ve şoreşa Rojava û destkeftiyên bi saya fikira rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna gel bi dest ketine, şopandin."

Foze Yûsiv wiha piştrast kir: "David Graeber di têkiliya xwe de ya bi gelên herêmê re durist bû. Di dema serdana wî li Zanîngeha Rojava de pêşniyarên ji bo bilindkirina asta zanabûn û naskirinê pêşkêş kirin. Girêdana wî ya xurt bi rêbertî re hebû. Bi fikir û nêrînên xwe kesayetekî şoreşger bû ku desthilatdar red dikir. Ji bo gelên bindest tê koşiya."

Foze Yûsiv di dawiyê axaftina xwe de dosteên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hundir û derve yên ku hatin Rojava, beşdarî berxwedana wan bûne û jiyana xwe li ser vê xakê ji dest daye, silav kir û wiha got: "Dê her tim kesên ji bo gel û rêberê me canê xwe daye bi bîr bînin, di dilên me de zindî ne, bi fikir û têkoşînin xwe azad in."

Di merasîmê de tîmên Navenda Çandin û Hunerê û Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê bi cilên floklorî pêşandanek pêşkêş kir.

Zanyar David Graeber bi zanyarê Antropolojî, nivîskar, ramannas û teorîsyenekî azad tê nasîn. Ji şêniyê Amerîka bû, bi hemû hêza xwe wek akamisyenekî hewl da di nava akademî û zanistan de fikirên xwe yên demokratîk belav bike.

Di zanist û felsefeyê de dengvedana wî hebû, bi fikrên xwe yên nedesthilatî û helwestên demokratîk dihat nasîn. Piştevaniya tevgerên rizgariyê yên li cîhanê dikir, nesaxim jî şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gelek caran mîna mamoste serdana Rojava kir. Bi rêbazên altarnatîf ên perwerdê rami û ji bo pêşdeçûna wê azar kişandin.

Zanîngeha Rojava David Graeber di forumeke perwerdê ya bi navê "yekîneyên perwerde, zanîngehên azad û demokratîk" de pêşwaz kir û bi nêrîn û fikrên xwe beşdar bû.

David Graeber di 2’yê Îlona par bi sedema krîza dil jiyana xwe ji dest da.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lauSFWZ7ptE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>