Hefter û Aqîla Salih li Qahîrayê ne

Çavkaniyan ji ANHA'yê re eşkere kirin ku fermandarê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlamantoya Lîbyayê Eqîle Salih ji du rojan ve li Qahîra ne, da ku diyalogên berfireh derbarê Lîbyayê de pêk bînin û beriya civînên Cinêvê li ser nêrîneke girêdayî çareserkirina aloziya Lîbyayê li hev bikin.

Hefter û Aqîla Salih li Qahîrayê ne
11 cotmeh, 2020   16:20
QAHÎRA

Li gorî çavkaniyên payebilind ên lîbyayî, serdana Xelîfe Hefet  ji bo Qahîra hemwextî serdana serokê parlanamtoya Lîbyayê şêwirmend Aqîla Salih tê, da ku civînan pêk bînin.

Çavkaniyan ji ANHA'yê re gotin: "Diviya bû ku Misir di dema 10-14'ê Cotmehê de, kongreyeke mezin a lihevanîna niştimanî ya Lîbyayî bi beşdarbûna bi dehan kesayet, parlamanto û serokeşîran li dar xistiba, da ku mijara lihevanîna aliyên lîbyayî nîqaş bikin."

Li gorî çavkaniyan: "Koordîneya lidarxistina kongreyê hîna berdewam e, rexmî ku aliyên lîbyayî yên li Qahîrayê heta niha negihiştine nêrîneke hevbeş ku dawî li aloziyê werîne."