Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist

Bi diruşmeya "Şopandina xeta şehîdên me misogeriya tekana ya xurtkirina tevna niştimanî û avakirina Sûriyeke demokratîk a yekbûyî ye", Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konferansa xwe ya duyemîn li bajarokê Kesrayê li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
11 cotmeh, 2020   16:09
DÊRAZOR

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Dêrazorê, Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, nûnerên saziyên jinan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Erka Xweparastinê di konferansê de amade bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştî axaftin ji aliyê nûnerên komîte û meclisên Dêrazorê ve hatin kirin.

Di axaftinan de spasiya dayik, hevjîn û zarokan şehîdan hate kirin ku di konferansê de amade bûn û hate gotin: "Bi saya keda şehîdan em li vir kom bûne û bi azadî û rumet li ser xaka xwe dijîn. Şehîd meşleya me ne, di oxira jiyaneke bi rumet ji bo hemû pêkhateyan de canê xwe feda kirine."

Di dawiyê de 24 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hilbijartin. Endaman soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AP5fv_14gjI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>