Şehîd Dilîşan li ser gora xwe hate bibîranîn

Nûçegihana ajansa me Dillîşan Îbiş di salvegera sêyenîm a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Şehîd Dilîşan li ser gora xwe hate bibîranîn
11 cotmeh, 2020   16:44
KOBANÊ

Bi dehan rojnamevan û saziyên ragihandinê yên herêma Firatê, malbat û hevalên şehîd nûçegihana me (ANHA) Dilîşan Îbiş di salvgera sêyemîn a şehadeta wê de li ser gora wê ya li Goristaina Şehîd Dicle bi bîr anîn.

Bîranîna bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rojnamevana Ajansa Jinê (Jinnews) Binefş Sarya axivî û bal kişand ser rola pêşeng a rojnamevanên jin di şopandina şerê têkbirina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Binefş destnîşan kir ku şehîd Dilîşan dikarî astiya şoreşa Rojava ji cîhanê re ragihîne û di oxira ragihandina azarên koçberên ji ber terora DAIŞ'ê de li Dêrazorê de direviyan de şehîd bû.

Nûçegihana ANAH’yê Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed 12'ê Comteha 2017'an, dema Pêngava Bagera Cizîrê dişopandin di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de de şehîd bûn.

ANHA