Yekitiya Êzidiyên Efrînê têkildarî 9'ê Cotmehê civînek li dar xist

Yekitiya Êzidiyên Efrînê ji bo danasîna komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, civîneke ji koçberên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê li dar xist.

Yekitiya Êzidiyên Efrînê têkildarî 9'ê Cotmehê civînek li dar xist
11 cotmeh, 2020   15:54
ŞEHBA

Civîn li navenda Yekitiya Êzidiyên Efrînê ya li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi tevlêbûna nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, sazî û meclisên herêmê, şêniyên Efrînê yên li navçeyê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka Yekitiya Êzidiyên Efrînê Sûad Hiso, behsa komploya navneteweyî û dewletên ku beşdar bûne, kir û got: "Bi dehan dewletên kapîtalîst beşdarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bûn."

Sûad, bal kişand ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û got: "Dîroka destpêkirina êrişan heman dîroka komployê bû, ev ne tesadufî ye, dewleta Tirk hewl da van dîrokan rojên reş nîşanî me bide. Ji ber vê yekê êrişên sala borî, berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Apo ye."

Sûad Hiso, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk ramanê Ocalan xeterî li ser xwe dibîne, ji ber vê yekê ev komplo pêk anî.

Di berdewama axaftina xwe de Sûad bi bîr xist ku rêbertî doza jin kir dozeke sereke di têkoşîne xwe de û wiha domand: "Rêbertî eşkere kri ku azadiya civakê bi azadiya jinê dest pê dike. Ji ber vê yekê hemû metod û enerjiya xwe xist xizmeta azadiya jin di civakê de."

Di dawiyê de Sûad Hiso got: "Divê her kes ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan têbikoşe. Ji ber ku çareserkirina hemû pirsgirêkan li cem wî ye û divê em li gorî vê yekê tevbigerin."

ANHA