Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê: Qedexeya telefonê li dijî qanûnê ye

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, bertek nîşanî qedexekirina hevdîtina parêzeran û axaftina bi telefonê ya bi rêber Abdulllah Ocalan re da û got: "Qedexeya telefonê li dijî qanûnê ye."

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê: Qedexeya telefonê li dijî qanûnê ye
11 cotmeh, 2020   12:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Hewagê ya Rihayê, li avahiya rêxistina xwe 2’emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Nûsrettîn Maçîn tevlî kongreyê bûn.

Parlamenter Omer Ocalan, di kongreyê de axaftinek kir. Ocalan, bertek nîşanî operasyonên ku bi hinceta “Serhildanên Kobanê” li hemberî partiya wan pêk hatin, da û diyar kir ku serkeftina li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê desthilatê aciz kiriye û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê her roj gef li kurdan dixwin. Kurdên bê hêvî dixwazin.”

Omer Ocalan, di berdewamê de bertek nîşanî qedexekirina hevdîtina parêzeran û axaftina bi telefonê ya bi Abdulllah Ocalan re da û wiha dewam kir: “Êdî hatine asteke pêkenok. Birêz Ocalan di 22 salan de tenê cerek bi telefonê axiviye. Qedexe ye telefonê, nîşaneya bêehlaq, bêcidiyet û bêqanûnî ye. Qanûnên xwe jî pêk naynin.”

Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin.

Piştî re hilbijartin pêk hat û Rabîa Aslan û Mehmet Satici, weke hevserokên nû hatin hilbijartin.